Li Amedê bazara Berhemên Xwemalî hat vekirin

18-12-2020
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Berhemên Xwemalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, îro Bazara Berhemên Xwemalî hate vekirin.

Bazar îro di merasimekê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye çêkirin. Di vê bazarê de her cure fêkî, sebze û berhemên xwemalî yên 17 navçeyên Amedê dê bêne firotin.

Bazar li Taxa Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê ye û ji 24 dikanan pêk tê.

Bazara xwemalî dê her roj ji saet 10.00'an heta 19.00'an vekirî be.

Vekirina bazara berhemên xwemalî li Amedê rastî pêşwaziyeke germ a welatiyan hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst