Dolarê Amerîkî gihîşte 10.96 lîreyê Tirkî

18-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihîşte 10.96 lîreyan.

Li Tirkiyê kêlî bi kêlî li hember dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e û 18ê Mijdara 2021ê  dolarek gihîşte 10.96 lîreyan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan doh 17ê Mijdara 2021ê di civîna grûba partiya xwe de li ser rewşa aborî, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê axivî.

Erdogan amaje bi wê yekê da ku ew dê rûbrûyî faîzê û enflasyonê bibe û bêyî ku ti navekê bide got: “Bila hevalên me ên ku faîzê diparêzin li qisurê nenêrin, ez ne ligel wan kesan im ku faîzê diparêzin.”

Ev gotinên Serokkomarê Tirkiyê ên derbarê faîzê de di demekê de ne ku ji ber polîtîkaya daxistina faîzê ya hikûmetê roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar dikeve û rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe.

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, bihayê her dolarekî Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî gehişte derdora 10.96 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî û têkçûna aborî ye.

Banka Navendî ya Tirkiyê dê îro Pêncşemê18ê Mijdara 2021ê jî bicive û derbarê faîzê de biryareke nû bide. Tê çaverekirin rêjeya faîzê bê daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst