Adarê li Tirkiyeyê 105 hezar û 395 xanî hatine firotin

18-04-2024
Nîşan Xanî Amarên Firotinê TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 105 hezar û 395 xanî hatine firotin.

Li gorî amarên TUKê, li gorî heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 0,1 kêm bûye û bûye 105 hezar û 395 xanî.

Her sê mehên destpêkê yên îsal jî li gorî heman dema par firotina xaniyan sedî 1,3 kêm bûye û 279 hezar û 604 xanî hatine firotin.

Xanî herî zêde li Stenbol, Enqere û Antalyayê herî kêm jî li Erdexan, Colemerg û Bayburtê hatine firotin.

Meha adarê li Erdexanê tenê 23 xanî û li Colemêrgê jî 55 xanî hatine firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst