Berhema genim li navçeyên Rêveberiya Xweser

17-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  pêşbînî dike ku qebareya berhema genimê îsal, 1 milyon ton be. Li beramber wê qebareyê jî, sala par a 2022yan, berhem tenê 200 hezar ton genim bû.

Ev jî tê wê wateyê ku ferqek mezin di navbera qebareya berhema îsal û par de heye ku 800 hezar ton genim e.

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku pêwîstiya salane ya navçeyên di bin kontrola wê de, 600 hezar ton genim e.

Eger pêşbîniya Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser dirist derkeve, berhema îsal 400 hezar ton ji pêwîstiya navçeyê zêdetir e. Ew di demekê de ye ku sala par tenê 200 hezar ton genim hatibû berhemanîn, wate 400 hezar ton ji pêwîstiyan kêmtir bû.

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna 1 kîlogramê genim bi 43 sentan destnîşan kiriye, ew jî dike 3 hezar û 956 lîreyên Sûrî. Rêveberiyê herwiha ji bo 1 kîlogramê ceh jî 35 sent destnîşan kiriye, ku dike 3 hezar û 220 lîreyên Sûrî, tevî ku ragihandiye ew îsal ceh ji cotkaran nakirin û diyarkirina nirx tenê ji bo kontrola bazarê ye.

Hikûmeta Sûriyê jî nirxê 1 kîlogramê genim bi 2 hezar û 300 lîreyan û 1 kîlogramê ceh jî bi 2 hezar lîreyan ji cotkarên herêmê dikire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst