Deynê Tirkiyê yê demkurt ê derve gihişte 127 milyar dolaran

15-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê ragihand, deynê demkurt ê bankên dewletê û sektorên taybet ên li Tirkiyê bo welatên derve gehişte 126 milyar û 900 milyon dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyê, amarên deynê dem kurt ê bankên dewletê û sektorên taybet bo welatên derve eşkere kir. Li gor amaran, deynê Tirkiyê yê demkurt bo welatên derve li gor meha Tebaxa 2020ê %11.1 zêde bû û gihişte 126 milyar û 900 milyon dolaran.

Di heyama salekê de deynê bankên dewletê %9.5 zêde bû û deynê bankên taybet jî %6.9 zêde bû.

Ji deynê Tirkiyê yê demkurt yê derve, %41.2 bi dolar, %25.2 bi euro, %14 bi lîreyê tirkî û %19.5 jî bi pereyên welatên din e.

Deynê Tirkiyê yê derve yê demdirêj nehatiye eşkerekirin, lê teve deynê berê jî hatibû kirin pêwîst e Tirkiye di nav salekê de 169 milyar û 200 milyon dolar deynên xwe bide.

Li gor daneyên fermî, %37.4ê deynê Tirkiyê yê derve yê saziyên dewletê ne û %62.6 jî yê sektora taybet e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst