Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn dîsa biha dibe

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Benzîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja çarşemê û şûnde lîtreya mazotê 1,55 lîreyan biha dibe.

Piştî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bac hatin zêdekirin û lireyê Tirkî nirxê xwe ji dest da, her ku diçe mazot û benzîn bihatir dibin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, bihayê mazotê sibe 1,55 lîreyan tê zêdekirin.

Beriya hillbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana îsal, lîtreya benzînê bi 19 lîreyan bû.

Piştî hilbijartinan bihayê benzînê ji sedî 100 hat zêdekirin.

Piştî bihayê nû dê benzîn li Stenbolê bi 37,71 lîreyan, li Enqereyê bi 38,24 lîreyan û li Îzmirê jî bi 38,33 lîreyan bê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst