Cîgirê Serokê HKNyê: Em li hêviya hinartina petrola Herêma Kurdistanê ne

14-11-2023
Matthew Zeiss û Pêşkeşkarê Rûdawê Nûner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Matthew Zeiss û Pêşkeşkarê Rûdawê Nûner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HKN Matthew Zeiss Petrola Kurdistanê Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Kompanyaya HKNyê Matthew Zeiss got, “Em hêvîdar in di maweyê çend hefteyan de hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Matthew Zeiss ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku Amerîka di guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê yên li ser veguhsatina petrola Kurdistanê de cih digire.

“Diyalog me kêfxweş dike”

Matthew Zeiss, li ser hevdîtinên Hewlêr-Bexdayê yên li ser petrolê got:

“Heta niha ji bo dubare veguhastina petrola Herêma Kurdistanê tiştekî nû rû nedaye. Biqasî ku em zanin li ser mijarê diyaloga Hewlêr û Bexdayê heye. Ev jî me kêfxweş dike.”

Cîgirê Serokê Kompanyaya HKNyê Matthew Zeiss destnîşan kir, “Divê ji bo pirsgirêka petrolê çareseriyek were dîtin.”

Matthew Zeiss herwiha amaje pê kir ku ew li hêviya destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ne.

Zeiss li ser helwesta Kompanyaya HKNyê ya derbarê diyaloga Hewlêr-Bexdayê de got:

“Em piştgiriyê didin hemû hewlên Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê.

Em li bendê ne ku Îraq lêçûnên kompanyayên petrolê bide.”

“Ziyaneke mezin digihîne dahata tevê Îraqê”

Li aliyê din, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji bo mijara hinartina petrola Kurdistanê hat Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Heyan Ebdulxenî û şandeya pê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de da zanîn, “Rawestandina petrola Herêma Kurdistanê ziyaneke mezin digihîne dahata tevê Îraqê.

Ji ber vê yekê jî girîng e ku petrola Herêma Kurdistanê di dema herî zû de dubare were veguhastin.”

Heyan Ebdulxenî jî destnîşan kir ku “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî cidî dixwaze pirsgirêka hinartina petrolê were çareserkirin.”

Çi bûbû?

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adarê veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Ev 235 roj in ku petrola Kurdistanê nayê veguhastin û zerera wê ya li ser dahata Îraqê herî kêm 7 milyar dolar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst