‘Pêwendiyên bazirganî yên Îranê û Herêma Kurdistanê bihêztir dibin’

14-06-2024
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îran Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê Seyd Hemîd Husên ragihand ku pêwendiyên bazirganiyê yên Îranê û Herêma Kurdistanê bihêztir bidin.

Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî îro hat Herêma Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Seyd Hemîd Husên li ser hatina Elî Baqirî û pêwendiyên Îranê û Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Seyd Hemîd Hûsên eşkere kir ku Îran her sal bi 10 milyar dolar kelûpelan hinardeyî Îraqê dike û ji wê nêzîkî 2 milyar û 500 milyon dolar ji bo Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî gotina Seyd Hemîd Hûsên, piştî çûna Nêçîrvan Barzanî ya ji Tehranê, pirsgirêkên di navbera her du aliyan de çareser bûn û niha her du alî mijûlî berfirehkirina pêwendiyên bazirganî ne.

“Zemîneyeke baş a bazirganiyê heye”

Seyd Hemîd Hisên behsa serdana Baqirî jî kir û wiha got:

Bêguman, hatina birêz Baqirî spasiyek e ji bo beşdarbûna berpirsên Îraqî û Kurdistanê ya di merasîmên oxirkirina birêz Rayîsî de.

Armanca duyem a vê serdanê ew e ku çend gotûbêjên me yên herêmî jî hene.

Yek ji wan, mijara Xezeyê ye, niha birêz Baqirî bi berpirsên Îraqî re civiya û çend gotûbêj kirine.

Hatina wî ya ji bo Herêma Kurdistanê jî bi nêrîna min ji her du mijarên din girîngtir bû.

Piştî 3 salan careka din hatina birêz Barzanî ya ji bo Îranê, hinek aloziyên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de hebûn ji holê hatin rakirin.

Niha zemîneke guncaw heye ku em peywendiyên xwe yên bazirganî geştir bikin û peywendiyên xwe yên aborî jî berfirehtir bikin. “

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst