Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn bi qasî 1,23 lîreyan biha bû.
Piştî ku Baca Xerciyên Taybet (OTV) bi qasî ji sedî 6 hat zêdekirin, wê yekê bandor li bihayê benzînê jî kir.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro benzîn bi qasî 1,25 lîreyan biha bû.
Bi bihayê nû re lîtreya benzînê dê li Stenbolê bi 45,30, li Enqereyê bi 45,68 û li Îzmîrê jî bi 46,14 lîreyan bê firotin.
Li Amedê jî dê bi 46,94 lîreyan bê firotin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, benzîn di nava mehekê de ji sedî 7,60 zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse