Nirxê nanê siyahî li Herêma Kurdistanê biha bûye

14-02-2021
Ev cara duyemîn e ku nirxê wî nanî tê girankirin
Ev cara duyemîn e ku nirxê wî nanî tê girankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nirxê nanê siyahî ango jê re tê gotin nanê Libnanî û Helebî ji 750 dînarên Iraqî bûye hezar dînarê Iraqî.

Ev cara duyemîn e ku nirxê wî nanî tê girankirin. Berê rebteyeke nanê siyahî bi 500 dînarên Iraqî ku 6-7 nan têde bûn, ji dema du rojan ve careke din nirxê nan hat girankirin û bûye 1000 dînarê Iraqî.

Ev yek bûye cihê dilgiraniya xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê û yên Sûriyê ku li Herêma Kurdistanê dimînin ji ber ku piraniya wan tenê wî nanî dixun.

Li ser vê mijarê Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku nabe bi ti şêweyekî nirxê nan were zêdekirin.

Nebez Ebdulhemîd diyar kir ku ew agahdarin ku ligel kêmbûna nirxê dînarê Iraqî li beramberê dolarê Amerîkî nirxê hinek kelûpelan bi rêjeyek diyarkirî biha bûye, ku ji derve têne hawirdekirin.

Ebdulhemîd da zanîn ku ew ji aliyê lijneyên peywendîdar ve rojane nirxê kelûpelan têne kontrolkirin û eger kesên pabendê biryaran nebe têne sizandan.

Qaymeqamê Hewlêrê herwiha da zanîn ku li nav sînorên parêzgeha Hewlêrê 16 firnên nanê siyahî hene û bi tabeytî li ser firnan disekînin ku pêwîstiya her kesî bi nan heye û got ku nabe nirxê nan were bilindkirin.

Nebez Ebdulhemîd di heman demê de eşkere kir ku wan ji roja pêncşema borî ve xwediyê hinek firnan hişyarî kirine ku nirxê nan kêm bike û eger ew pabendê biryarê nebin dê bêne cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst