Gaza sirûştî di nava poşêtan de dibin malên xwe

14-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarokeke Pakistanê gaza sirûştî dertê ser rûyê erdê û şêniyên herêmê bi salan e bi rêbazên xwe yên taybet di malên xwe de dixebitînin. Ji bo derxistina gaza sirûştî li bajarokê şûna sondajê xortom, şûna rafîneriyê bareqe heye. Herwiha li wê derê gaza sirûştî ji şûna xetên boriyan yên milyar dolarî di poşetên 25 quruşî de dibin malên xwe.

Li bajaroka Banda Dawud Şah a li ser eyaleta Hayber Pahtunhvayê ya Pakistanê, gaza sirûştî ji binê erdê bi xwe dertê ser rûyê dinyayê.

Li herêmê feqîrî û xizanî zêde ye, gel bi rêbezên xwe gaza sirûştî derdixin û dibin malên xwe.

Li herêmê tu binesazî tuneye. Gaza sirûştî ji şûna rafîneriyê di bareqeyan de tê belavkirin û niştecih di poşetan de gazê dibin malên xwe.

Şêniyên herêmê jî dizanin ku ev rêbaza derxistin û birina malê metirsîdar e. Lewra li herêmê ji ber vê berî niha gelek kes mirine û birîndar bûne. Lêbelê gel ji ber feqîrî û bihabûnê nikare tupan bistîne. Gaza ku ew dibin malên xwe li gor tupan ji sedî 70-80 erzan e.

Wêne: AA

Ji ber ku gaza sirûştî di zeviyên wan de dertê jî, şêniyên bajarokê pere nadin gaza sirûştî.

Kesên ku di zeviyên wan de gaza sirûştî tuneye jî pêdiviya xwe ji bareqeyan pêk tînin. Zarokên ku di bareqeyê de ne, gaza sirûştî dixin torbeyên şêniyên bajarokê.

Ji bo derxistina gazê xortomekê bi kar tînin û vaneyek kirine serê xortomê. Poşêtek derdora di 20-25 deqîqeyan de tije gaza siruştî dibe. Ji bo ku li malê bi kar bînin, pêdiviya wan bi pompeyekê heye. Ev pompe jî bi 2 hezar rupî ye (9 dolarî). Bi wê pompeyê kevanî li ser gaza siruştî ya nava poşêtan xurek çêdikin. Poşêtek gaz têra 2 saetan dike.

Hinek çendîn caran heman poşetî bi kar tînin, heta ji ber ku qul bûne jî poşet hatine pînekirin.

Gaza di nava poşetan de wekî bombeyekê ye, ji bo teqîna wan çirûskeke agir jî têrê dike.

Ji şêniyên bajarokê Hazret Canan got ku şêniyên herêmê tengasiyeke mezin dikişînin, ji ber ku pêdiviya wan pê heye gel di poşetan de gazê dibin mala xwe û ew dizanin ku ev tiştekî çi qas bi talûke ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst