Bêkarî û hêjarî herî zede bandorê li Kurdan û penaberan dike

13-04-2022
Omer Sonmez
Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê gihiştiye 8 milyon kesî
Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê gihiştiye 8 milyon kesî
A+ A-

Srenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê rêjeyên bêkariyê herî zêde li taxên Kurdan û penaberan tê tomarkirin. Dema ew kar dibînin jî di şert û mercên giran de bi dahatûyeke kêm tên bêyî sîgorta û şertên ewle tên xebitandin.

Li Tirkiyê di encama krîza aborî û bihabûna kelûpelan de her diçe rêjeyên hêjarî û bêkarîyê zêde dibe. Li gorî amarên fermî ên TUIKê li Tirkiyê derdora 3 milyon û 600 hezar bêkar hene , lê li gorî sendîkaya DISKê ev rêje ji du qatî zêdetir e, yanê li Tirkiyê derdora 8 milyon bêkar hene.

Li Tirkiyê rêjeyên bêkariyê herî zêde li taxên Kurdan û penaberan tê tomarkirin. Li bazarên erzan ên Stenbolê jî êdî bihayê her tiştî giran bûye û livûtevgerdarîya li nav bazaran jî kêm bûye. Li aliyê din, li gorî lêkolîna rapirsiyekê, li Tirkiyê ji ber rewşa xirab a aboriyê êdî xelk ji bo karibe debara xwe bike hin tevdîran werdigre. Wek mînak ji sedî 62ê xelkê dev ji standin û xwarina goştê sor berdaye.

Encama herî balkêş û xeternak jî ev e; ji sedî 31,9ê welatiyên Tirkiyê  destnîşan dikin ku ew car caran birçî dimînin. Niha derbarê hêjarî û bêkariya li nav Tirkiyê de raporekê berfireh tê ser ekranê.

Turan Kir 51 salî Kurdekî ji Agiriyê ye ku nêzî 35 sal in li bajarê Stenbolê, li taxa Tarlabaşiya ku bi hêjarî û feqîriya xwe tê naskirin niştecih e. Turan ê bavê 4 zarokan bi salan di karen înşaatê de xebitiye, lê ji ber pandemî û krîza aboriyê ew nêzî salekê ye bêkar e, bes car caran hin karen wek avfiroşîyê dike da pê debara malbata xwe bike. Ji ber bêkariyê niha di nav rojê de ew hatiye li qehwexaneya taxê ji xwe re dem derbas dike.

Welatiyê bêkar Turan Kir dibêje: “Li Tirkiyê êdî kardîtin nemimkun e. Li gundê me yê Qeresevdalî ya bi ser Agiriyê, bes di nava salekê de nêzî 100 gêncên me bi riyên qaçax berê xwe dane Kanadayê. Di nav wan da du brazyên min jî hene. Ez êdî bawer nakim ku li Tirkiyê mirov îş peyda bike. Hemû karên zor û zehmet ên vî welatî li ser pişta me dihat kirin. Me li înşaatan laximan paqij dikir, niha êdî ew kar jî nemaye.”
‘Bazara Jinan’ a bi ser navçeya Fatihê, li gor bazarên din ên Stenbolê erzan e, ji loma jî piraniya Kurdên Stenbolê, xelkê hêjar û penaber berêxwe didin wê bazarê. Lê bi bihabûnên dawî, niha ev bazar jî giran bûye û livûtevgerdarî jî li gor berê kêm bûye.

Esnafê bazarê Ehmed jî got: “Em jî sebzefiroş in. Mal zaf biha ye. Kîloya balîcanê reş bûye 30-35 lire. Ya fasulye 35-40 lire, ya îsotan 45 lire.”

Welatiyê malnişîn Hecî Şêxmûs jî got: “Em her tiştî pir pir kêm dikin, lê car din em ji heq nayên der. Dîsa jî çênabe. Ma em ji birçîna bimirin. Divê em bimirin ma ya na ne mimkun e. Ma em mar in, em axê bixwun. Em dikin nakin çênabin, star nabe.”

Li gorî lêkolîna rapirsiya MetroPOLLê, li Tirkiyê ji ber rewşa xirab a aboriyê êdî xelk ji bo karibe debara xwe bike hin tevdîran werdigre. Wek mînak ji sedî 62ê xelkê dev ji standin û xwarina goştê sor berdaye. Her wiha ji sedî 63ê xwediyên wesaîdan didin zanin ku ji ber bihabûna mazot û benzine ew wesaita naşxulînin. Ji sedî 31,9ê welatiyan jî destnîşian kirine ku ew car caran birçî dimînin.

Welatî Cemal Karaaslan jî got: “Nizanim îro çendê Remezanê ye, lê di meha Remezanê de li ser sifreyan divê goşt hebe. Lê mimkun nîne em nikarin goşt bistînin. Disa sala borî bihayê goşt baş bû. Lê îsal bihayê goşt firiyaye, pêşî lê nayê girtin. Meriv hew dikare bistine.”

Welatî-Kebaniya Malê Fatma jî dibêje: “Em nikarin debara xwe bikin. Her tişt biha ye, her tişt pir biha ye welle.”

Li Tirkiyê di encama krîza aborî û bihabûnê da her dice hêjarî û bêkarî zêde dibe. Li gorî amarên TUIKê li Tirkiyê derdora 3 milyon û 600 hezar bêkar hene, lê li gorî sendîkaya DISKê ev rêje ji du qatî zêdetir e, yanê li Tirkiyê derdora 8 milyon bêkar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst