Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwediyên kompanyayan ji ber îhtîmala vegera karkerên Sûriyeyî dilgiran in.
Xwediyên kargehan di wê baweriyê de ne ku eger karkerên Sûriyeyî vegerin dê pirsgirka peydakirina karkeran çêbibe.
Tirkiye yek ji welatê herî mezin ê hilberîna cil û bergan û tekstîlê ye li cîhanê û beşeke mezin a vê pîşesaziyê li Bakurê Kurdistanê ye.
Li gorî amaran, bi awayekî fermî destûra karkirinê ya 100 hezar karkerên Sûriyeyî heye lê şareza dibêjin ku zêdetirî milyonek Sûriyeyî li Tirkiyeyê kar dikin.
Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî rûxîna desthilata Esed, 80 hezar Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.
Li kargeheke tekstîlê ya Dîlokê ji sedî 70yê karmendên wê Sûriyeyî ne. Birêvebirê kargehê nîgeran e ku karkerên xwe ji dest bide.
“Karkerên Tirk ên pîşesaziyê kêm in”
Birêvebirê kompanyayê Elî Gozcu behsa vegera penaberan kir û got:
"Eger karkerên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê derkevin, dê pirsgirêkeke cidî ya karkeran derkeve holê ji ber ku niha karkerên Tirk ên pîşesaziyê gelekî kêm in.
Dema ew biçin dê rewşeke dijwar çêbibe. Eger em xwe di rewşeke zehmet de bibînin divê em li çareseriyên din bigerin.
Em lêkolînan dikin, dibe ku em li Sûriyeyê kargehan vekin."
Karkerê Sûriyeyî Zekeriya Bozo jî got behsa vegera xwe ya Sûriyeyê kir û got:
"Li vir kar kêm dibe, kes namîne ji bo karkirinê. Nêzîkî ji sedî 90ê karkeran Sûriyeyî ne, 10 karkerên Tirk jî hene.
Ez difikirim vegerim Sûriyeyê û li wir dest bi karekî nû bikim."
Li gorî amarên Serokatiya Koçberiyê ya Tirkiyeyê, 31ê Çileya 2025an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 901 hezar û 478 penaberên Sûriyeyî hebûn.
Tenê li Dîlokê nîv milyon penaberên Sûriyeyî dijîn.
Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, piştî ku desthilata Esed rûxiya 81 hezar Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.
Tê payîn ku di hezîranê de û piştî bidawîbûna sala xwendinê dê vegera koçberên Sûriyeyî zêdetir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse