Bankên Tirkiyê krediya kirîna xaniyan didin welatiyan

12-05-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Avahîsazên %20 projeyên xwe temam kirine dikarin kiredî bistînin
Avahîsazên %20 projeyên xwe temam kirine dikarin kiredî bistînin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo xweşkirina bazara kirîn û firotina xaniyan bankayên dewletê ji bo kesên ku dê nû ji xwe re xaniyan bikirin heta 2 milyon lîreyê Tirkî dê kredî bide û faîza wê jî ji sedî 0,99 be. Heman kredî heta 20 milyon TL ji bo avahîsazan jî tê dayîn. Lê piraniya xelkê di wê baweriyê de ye ku di vê qeyrana aboriyê de kirîna xaniyan ji bo wan tenê xeyal e.

Ji ber qeyrana aboriyê ku ev di nava 4-5 salên dawiyê de li Tirkiyeyê rû da, sektora lêkirina avahî û xaniyan zirareke mezin dît.

Bi biryara Serokomarê Tirkiyê ji bo xweşkirina bazara lêkirin, kirîn û firotina xaniyan bankayên dewletê dê bikaribin heta 2 milyon TL kredî bidin kesên ku cara yekemîn e ji xwe re xanî dikirin. Faîza van krediyan ji bo 10 salan bi rêjeya ji sedî 0,99 e.

Ji bo avahîsazên ku heta ji sedî 40 projeyên xwe birine serî jî dê 20 milyon TL kredî bên dayîn. Rêveberên avahîsazan di wê baweriyê de ne ku ev kredî dê hinekî bazara xaniyan xweş bike, lê ne çareseriyeke mayînde ye.

Serokê Komeleya Avahîsazên Amedê Azîz Elaldi dibêje: “Krîgerên ku daîreyeke nû distînin û cara yekemîn xanî dikirin dikarin 2 milyon TL kredî bikişînin û teqsîdên wê heta 120 mehan bidin. Helbet ev girîng e. Lê hêza xelkê ya krînê pir kêm e. Ji ber vê yekê encex ji sedî 10-15 bazara kirîn û firotina xaniyan xweş bike.”

Li Amedê xaniyên ku nû hatine lêkirin ji 2 milyon lîreyan dest pê dike û heta 3 milyon û 800 hezar lîreyan jî derdikeve. Piraniya xelkê di wê baweriyê de ne ku hejar û kesên dahata wan pir baş nebe nikarin ji van krediyan sûdê werbigrin.

Firoşkarê hêkan Osman Akkoyun dibêje: “Na ez nikarim kredî bigrim. Ez kredî bigrim, ez ê çawa dîsa bidim?”

Welatiyê bi navê Mehmet Tamam jî got: “Bi navê xwedê ez 2 milyonan di heyata xwe de nagirim û xwe nakim koleyê wan. Hewce nake.”

Welatî Mihemedê Bazarcî jî got: “Abê ez nikarim. Abê ez çawa xanî bikirim? 150 TL heqdestê min e, ez ê çawa xanî bikirim? Nan tune ye.”

 Cotkar Evdirehman Adsiz jî got: “Bawer bike ne xanî milet nikare tiştekî bistîne. Yanî tişt pir buha bûne.”

Bêkar Hîkmet Aydemîr jî dibêje: “Ger bê faîz bidim mirov dikare birge lê bi faîz mimkûn nîn e.”

Esnaf Omur Aslan jî got: “Lawo weke esnaf em nikarin zikê xwe têr bikin û heqê mazota xwe derxin, ka em ê çawa xanî bikirin? Em ê çawa bizewicin?”

Li gorî amarên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê TUÎKê di sala 2021an de li tevahiya Tirkiyê milyonek û 491 hezar û 856 xanî hatine kirîn û firotin. Li gorî amarên sala 2020'an rêjeya kirîn û firotina xaniyan ji sedî 0,5 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst