Bexdayê ji Kerkûkê re budce şand lê encûmena parêzgehê nikare çavdêriyê bike

11-09-2018
RÛDAW
Kerkûk
Kerkûk
Nîşan Kerkûk Budce Bexda
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Bexdayê 80 miliyar dînar ji bûdceya 2018an ji bo Kerkûkê şand. Ev di demekê de ye ji ber pirt û belavbûnê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nikare çavdêriya projeyan bike ku ev yek jî gumanê dixwe ser çawaniya xerckirina budceyê.

 

Piştî 4 salan hikûmeta Bexdayê 80 milyar dînar wek pereyê budceya sala 2018ê xiste ser hesabê Bankaya Kerkûkê. Ji vê kojmê 71 milyar dînar pereyê pêşvebirina herêmê û projeyên xizmetguzariyê ye û 9 milyar dînar jî pereyê petrodolarê ye.

 

Ev yek di demekê de ye ku hikûmeta Iraqê rojane nêzîkî 250 hezar bermîlan ji petrola Kerkûkê difiroşe.

 

Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rêkan Seîd xwediyê wê desthilatê ye ku bêyî şêwirîna Encûmena Parêzgehê dikare wê pereyê xerc bike.

 

Piştî 16ê Cotmeha 2017ê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nikare bi dirustî karê xwe encam bide. Ji lewra jî encûmen nikare çavdêriyê li ser çawaniya xerckirina budceyê bike.

 

Serokê Komîsyona Projeyan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî dibêje: “Çalaknebûna encûmenê pirtûbelavbûna endamên wê hiştiye em nekarin bi ti awayî çavdêriya projeyên xizmetguzariyê bikin. Gelek proje niha sekinîne yan jî gendelî di wan de hatiye kirin.”

 

Xelkê Kerkûkê guman dikin, ku ew pereyê niha hatiye şandin bi dirustî ji bo Kerkûkiyan neyê xerckirin, jiber ku berê jî 42 miliyar dînar hatibû şandibûn, lê beşek ji wî pereyî winda bûye.

 

Herwiha nebûna av û elektrîkê, kêmbûna projeyên xizmetguzariyê jî pirsgirêka piraniya taxên Kerkûkê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst