Li Şirnexê bihabûn didome: Heqrê du qetan zêde bûn

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Veguhestin Şaredarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bihayê veguhestina nav bajêr nêzîkî ji sedî 100î zêde bû.

Li navenda Şirnexê piştî avê, veguhestin jî biha bû.

Meclîsa Şaredariya Şirnexê doh bi rojeva zêdekirina bihayê veguhestinê civiya.

Di civînê de bi dengên endamên AK Partiyê biryar hat dayîn ku bihayê veguhestina nav bajêr ên mînîbus û otobusên şaredariyê ji 6 lîreyan bibe 10 lîre

Herwiha dê xwendekaran jî 7 lîre bêne wergirtin.

Bihayên otobus û mînîbusên taybet jî ji 7 lîreyan bû 12 lîre.

Otobus û mînîbusên taybet berê ji xwendekaran 5 lîre werdigirtin, dê li gorî bihayê nû êdî 10 lîreyan wergirin. 

Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDPyê li dijî biryara bihabûna veguhestinê derketin û wan dengê "red"ê bi kar anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst