Li Parlamentoya Tirkiyê alozî ji ber budceya sala 2023ê derket

10-12-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li parlementoya Tirkiyê gotûbêjkirina butçeya sala 2023ê berdewam in
Li parlementoya Tirkiyê gotûbêjkirina butçeya sala 2023ê berdewam in
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku gotûbêjên li ser budceya sala 2023an li Parlamentoya Tirkiyê dest pê kirine, şer û alozî di navbera parlamenterên opozîsyon û desthilata wî welatî de kêm nabin. Niha sendîka jî xwe amade dikin ku 17ê vê mehê derkevin kolanan. Li gorî agahiyên ku ji Konfederasyona Sendikayan KESKê hatine wergirtin, li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wê sendîka bi duruşma "Ne ji bo hilbijartinan lê budce ji bo debarê" dest bi çalakiyan bikin.

Li parlementoya Tirkiyê gotûbêjkirina butçeya sala 2023ê berdewam in. Li gorî butçeya hatiye amade kirin sala 2023ê dahatên Tirkiyê 3 trîlyon û 810 milyon lîre xercên wê 4 trilyon û 470 milyon lîre kêmanîna butceyê jî 659.4 milyon lîre ne. Li gorî oposizyonê butçe kêşeyên xelkî çareser nake.

Cîgirê Serokê CHPê Velî Agbaba dibêje: “Di vê hejarî, giranî û bêqîmetiya parey de mixabin êdî jiyana karmend û karker gellek zehmet e. êdî kirîna xaniyekî ji alîyê karmendekî ve xeyal jî nîne.”

Hikûmeta Tirkiyê bo sala 2023 weke xercên serbazî 25.2 milyar dolar dabîn kirine ew jî dibe cihê nerazîbûna gelek aliyan. Hikûmetê di heman demê de ji bo tenduristiyê 696 milyar û 800 milyon lîre ji bo  perwerdê 435 milyar û 351 milyon lîre dabîn kirine, sendîka jî xwe amade dikin roja 17ê vê mehê li dijî butceyê xwepêşandanan encam bidin.

Sekterê EgitimSenê Ramazan Gurbuz jî got: “Mixabin di vê butceyê de ji bo karker û kedkaran ji bo kêm dahat û hejaran pişk tine. Di butceyê de 595 milyar lîre wate nêzîkî 600 milyar lîre ji bo vegerandina faîzan hatiye dabîn kirin. Ew jî di demekê de ku hikumet dibêje em li dijî faîzê ne. butce bi temamî bûye butceya faîzan.”

Hikumetê ji bo xercên karmendan 1 trilyon û 102.7 milyon lîre ji bo projeyên civakî 258 milyar 400 milyon lîre ji bo projeyên kiştukalî jî  142 milyar û 900 milyon lîre pare dabîn kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst