Li Sûriyê bihayê dolar gihîşte 8850 lîreyên Sûrî

09-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê bihayê Dolar li bazarê bo yekem car gihîşte 8850 lîreyên Sûrî.

Li gor zanyariyên ku ji bazarên Sûriyê hatine wergirtin, nîvroja sêşemê, li bazarên Helebê 1 dola bi 8850 lîreyên Sûrî dihat firotin û bi 8750 lîreyên Sûrî dihat kirîn.

Di heman demê de, li bazarên Şamê 1 dola bi 8775 lîreyên Sûrî dihat firotin û bi 8675 Lîreyên Sûrî dihat kirîn.

Li parêzgeha Îdlibê ku di destê Heyata Tehrîr el-Şam de ye, 1 dola bi 8750 lîreyên Sûrî dihat firotin û bi 8700 Lîreyên Sûrî dihat kirîn.

Li bajarê Hesekê jî, 1 dola bi 8770 lîreyên Sûrî dihat firotin û bi 8670 lîreyên Sûrî dihat kirîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst