Vidowall - Ajeldarî li Rojavayê Kurdistanê

09-03-2022
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê ajelvan nikarin êm peyda bikin
Li Rojavayê Kurdistanê ajelvan nikarin êm peyda bikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkelsaliyê, ziyaneke mezin gihiştiye samanê ajeldariyê, nirxê êm jî gelekî bilind bûye, lewma xwedîkirina ajelan pir zehmet bûye. Ajelvan nikarin êm peyda bikin, êdî neçar dibin ajelên xwe bi nirxekî erzan bifiroşin ji bo ku ji birçîna nemirin.

Ajalvan dibêjin ku tu alîkarî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin, ne ji Rêveberiya Xweser, ne ji hikûmeta Sûriyê û ne ji rêxistinên xwecihî yan navdewletî, lê bi tena xwe rûbirûyî vê kirîzê dibin.

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya xweser, şibata borî biryarek da ku gumrikê ji ser êmê hawirdekirî rake û gotibû ji ber hişkesaliyê û ji bo alîkariya xwediyên sewalan bikin, ev biryar hatiye dan.

Ajeldarî li Rojavayê Kurdistanê

  • Di navbera par û îsal de, nirxê êmê ajelan, deh qatan bilind bûye.
  • Nirxê ajelan jî 70% daketiye.
  • Ajeldar dibêjin, 4-5% ji ajalên wan ji birçîna mirine.

 Roja 24ê Sibata 2022yan, Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, biryar da ku gumrikê li ser êmê sewalan ê hawirdekirî ji derve rake.

Li gorî amarên Rêveberiya ajaldariyê ya li Rojava sala 2021, li navçeyên wê:

  • 1,800,000 serî pez hebûn.
  • 72,000 çêlek hebûn.
  • Sala 2016yan jî
  • Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê
  • 18,800,000 serî pez
  • 819,000 çêlek hebûn.

Ajalên Cizîra Rojavayê Kurdistanê 15% ji samanê ajaldariyê yên Sûriyê pêk tînin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkelsaliyê, ziyaneke mezin gihiştiye samanê ajeldariyê, nirxê êm jî gelekî bilind bûye, lewma Xwedîkirina ajelan pir zehmet bûye. Ajelvan nikarin êm peyda bikin, êdî neçar dibin ajelên xwe bi nirxekî erzan bifiroşin da ku ji birçîna nemirin.

Ajalvan dibêjin ku ti alîkarî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin, ne ji Rêveberiya Xweser, ne ji hikûmeta Sûriyê û ne ji rêxistinên xwecihî yan navdewletî, lê bi tena xwe rûbirûyî vê kirîzê dibin.

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku Rojavayê Kurdistanê jî li xwe digire, Sibata bûrî biryarek da ku gumrikê ji ser êmê hawirdekirî rake, û da zanîn ku ji ber hişkesaliya ku navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin û ji bo alîkariya xwediyên sewalan bikin, ev biryar hatiye dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst