AMED - Ajeldar û cotkar ji giranbûna buhayên pêwîstiyan nîgeran in

08-04-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Nîşan Amed Ajeldar Cotkar Giranî Qeyran
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di roja xwe ya dawî de 10emîn Pêşengeha Ajaldarî û Kiştukaliyê ya Rojhilata Navîn li bajarê Amedê di 5 rojan de dergehê xwe ji 100 hezar kesan re vekir, bi beşdariya 115 kompaniyên ku ji bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn kelûpelên ajaldarî û çandiniyê di pêşengehê de hatine raxistin, her çend pêşengehê bala ajaldar û cotkaran kişande ser xwe jî di pêşangehê de rojeva sereke her qeyrana aborî û pirsgirêkên ajaldar û cotkaran bû.

 

Bi organîzasyona kompaniya navdewletî TUYAPê û bi piştgiriya Parêzgarî, Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê, Şaredariya Bajarê Mezin, Ajansa Geşepêdana Çandinî û Jûrên Kiştukaliyê yên Amedê  îsal 115 kompanî beşdarî Pêşengeha Çandinî û Ajaldariyê bûn, kompaniyan meşîne, kelûpel, dermanên beytariyê û alavên modern yên ji bo karûbarên kiştukalî û ajaldariyê wek sala borî îsal jî derxistine pêşberî ajaldar û cotkarên Amedê

 

Her çend hatûçûna ajaldar û cotkaran ji pêşengehê re zêde bû jî, ji ber qeyrana aborî û daketina nirxê Lîreyê Tirkî li hember Dolar û Euroyê maliyetên êm û dermanên beytariyê, herwisa bilindbûna nirxên gubre, mazot û dermanên kiştukaliyê  li pêşengehê mijara sereke bû.

 

Serokê Jûra Kiştukaliyê yê Sûra Amedê Abdulkadîr Toy ji Rûdawê re diyar kir: “Cotkar niha bi rêjeya %90 qerzdar in, heke bi vî awayî here dê %100 cotkar qerzdar bin û ew ê bi neçarî dest ji çandiniyê berdin.”

 

Serokê Jûra Kiştukaliyê yê Yenîşehîra Amedê Suleyman Îskenderoglu destnîşan kir: “Hêviya me ji piştgiriya dewletê heye, sala borî me van deman pereyên xwe yên alîkariya pembûyê wergirtibû, lê îsal hîn pêjna wê nîne.”

 

Di pêşengehê de wek cotkaran kompaniyên ajaldariyê jî ji bilindbûna nirxên dermanên beytariyê bi gazinc bûn ji bo ku li gor sala borî nirxên dermanên wan %100 bilind bûne û vê yekê karên wan sekan kiriye.

 

Xwediyê Kompaniya Beytariyê Abbas Atabey eşkere kir: “Dermanên ku me difrot, îsal 2 qat zêdetir bûye û ev maliyet li ser milên ajaldaran bareke giran e, bifikirin nirxên derman û vîtamînên ajalan zêde bûne, lê li hemeber wê nirxê goşt erzan e.”

 

Rêveberên Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê jî pê bawer in ku pêşengehên bi vî rengî dê hindik be jî birînên ajaldar û cotkaran derman bike.

 

Serokê Komîsyona Pêşengehan a Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Alaadîn Tan destnîşan kir: “Nirxên hilberînan gelek zêde bûne û vê yekê danûstandina bazirganiyê kêmtir kiriye, lê dîsa jî pêşengeh enerjiyeke erênî derxiste holê.”

 

Sala borî di heman demsalê de bi beşdariya 103 kompaniyan 117 hezar kes beşdarî heman pêşengehê bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst