Li Dîlokê ajeldaran biryara kêmkirina nirxê goşt protesto kirin

07-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bi sedan ajeldaran biryara kêmkirina nirxê goşt ji aliyê Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyê ve bi girtina rê protesto kirin.

Saziya Şîr û Goşt a Tirkiye nirxê goştê mih û berxan ji 5ê Tebaxê û şûnde  li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 25 kêm kiribû . Ev biryar di nav xelkê de bû cihê kêfxweşiyê, lê ajeldarên parêzgeha Dîlokê li dijî vê biryarê derketin û nerazîbûn nîşan dan.

Li gor zanyariyan duh 6ê Tebaxa 2022ê  bi sedan ajeldarên Dîlokê rêya sereke ya di navbera wê parêzgehê û navçeya wê ya Belkîsê de girtin û biryara Saziya  Şîr û Goşt a Tirkiyê prostestokirin. 

Ajeldar dibêjin ku di demekê de nirxê êm, kayê û xerciyên ajeldariyê zêde bûne ev biryar dê bandoreke nerênî li wan bike û wan mexdur bike.  

 Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî bandor li nirxê, êm, ka û xerciyên ajeldariyê jî kiriye û di salekê de xerciyên ajeldariyê zêdeyî ji sedî 100 bihabûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst