Xelkê Bakur ji zêdekirina nirxê elektrîk û gaza sirûştî bigazinc in

06-10-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Li gor bihayên nû welatî dê nêzîkî % 55 zêdetir heqê elektrîk û gazasirûştî bidin
Li gor bihayên nû welatî dê nêzîkî % 55 zêdetir heqê elektrîk û gazasirûştî bidin
Nîşan Amed DEDAŞ BOTAŞ Elektirîk Gaza Sirûştî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Saziya Destkariya Politikayên Enerjiya Tirkiyê (EPDK) û Saziya Karûbarê Veguhestina Petrolê (BOTAŞ) li hemû Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  nirxê elektrîk û gaza sirûştî zêde kir.

 

Li gor biryara dawî welatî dê elektrîk û gazasirûştî li xaniyan bi %9 li karxaneyên pîşesaziyê % 18.6 bi  nirxeke zêdetir bikarbînin; her wisa li gor amarên nû  nirxê elktrîkê li dezgehên firoşkariyê jî % 18.4  hate zêdekirin.


Li gor bihayên nû welatî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  li gor sala borî heman mehê nêzî % 55 zêdetir heqê elektrîk û gazasirûştî bidin.


Derbarê vê yekê de hemwelatî Recep Yeşilmen ji Rûdawê re got: “Fatûra min a gazasirîştî di mehên havînê de 20 lîre dihat; niha 40 lîre tê."


Kesekî bi navê Ehmed Eren jî got: “Em di nav fatûreyan de xeniqîn.”


Nîhal Asî diyar kir ku ne tenê elektrîk û gazasirûştî her tişt giran bûye.


Xelkê Amedê Sedat Kerîmoglû wiha axifî: “Zivistanê em neçar in ku bişewitîni,  ka em dê çi bikin.”


Hemwelatî Diyar Tûran jî got: “Heta niha heqê ceyrana dikana min 500 -600 lîre dihat; niha 1100-1200 tê"


Ece Ak destnîşan kir ku ew mecbûr in elektrîk û gazasirûştî bi kar bînin.


Rêveberê Giştîyê Saziya Belavkirina  Elektrîkê  (DEDAŞ) dibêje ku  kêmkirin û  berzkirina  nirxê elektrîkê ne bi destê wan e, û li gor rewşa aboriyê  biryara destkariyê  ji aliyê Wezareta Enerjiyê ve tê  kirin.


Rêveberê Giştîyê DEDAŞê Hesen Guzeloglû wiha got: “Me wek sazî berî li  bikaranîna elektrîka bi qaçaxî girtiye, piştî ku nirxê elektrîkê giran bû dê hîn welatî elktrîkê bi qaçaxî bikar bînin an jî na, bi rastî nîgeraniyeke bi vê rengê heye.”


Li 28 parêzgehên Bakurê Kurdistanê di demsalên serma de ji bo germahiya xaniyan gazasirûştî tê bikaranîn, Gerînendeyê Giştî yê Kargeha Belavkirina Gazê ya Amedê jî dibêje ku welatî bertekan nîşanê wan didin; lê ew tenê biryarên saziya BOTAŞê cîbicîh dikin.


Rêveberê Giştî yê Kargeha Belavkirina Gazê ya Amedê Salih Deniz jî got: “Em tenê kompaniyeke karê belavkirin û binesaziya gaza sirûştî ne, destnîşankirina nirxên  gazê bi tevahî di destê saziyên têkildar yên hikumeta Tirkiyeyê de ne, polîtikayên destnîşankirina nirxan li gor rewşa aborî û polîtikayên enerjiyê tê diyar kirin.”


Di meha tebaxê û îlonê de jî nirxê elektrîk û gazasirûştî li ser hev  % 18  hatibû zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst