Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin piştî daxuyaniyên êrenî yên Donald Trump ên li ser pereyên krîpto bi ser 100 hezar dolarî ket.
Li gorî amarên Coinmarketcapê, Bitcoin jî di nav de qîmetê bazara pereyên krîpto di nava 24 saetan de ji sedî 2,8 zêde bû û gihişt 3 trilyon û 600 milyar dolarî.
Bitcoin jî di nava 24 demjimêran de zêdetirî ji sedî 6an zêde bû û di dîroka xwe de cara yekem bi ser 100 hezar dolarî ket.
Bitcoin îro berê sibehê bi 101 hezar û 447 dolaran hat kirîn û firotin û di nava vê hefteyê de bi rêjeya ji sedî 5,36an bi qîmet bû.
Donald Trumpê ku di hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê de careke din hat hilbijartin dema propagandaya xwe li ser pereyên krîpto peyamên erênî dabûn.
Trump gotibû ku ew dê Amerîkayê bike paytexta gerestêrka krîptoyê.
Serokê SECê (Komîsyona Borsa û Heyînên Menqûl a Amerîkayê) Gary Gensler ragihandibû ku ew dê dev ji karê xwe berde.
Li gorî analîstan, bandora vê biryarê jî li ser bihabûna Bitcoinê heye.
Bihayê Ethereuma ku di rêza duyem de ye jî di nava 24 demjimêran de bi qasî ji sedî 5,8an zêde bû û gihişt 3 hezar û 860 dolarî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse