Liv û tevgera li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl asayî ye

04-11-2017
RÛDAW
Ajovanekî ji Bakurê Kurdistanê: Ti pirsgirêk tine, em bi xweşî diçin û tên
Ajovanekî ji Bakurê Kurdistanê: Ti pirsgirêk tine, em bi xweşî diçin û tên
Nîşan Îbrahîm Xelîl Sînor Bazirganî Liv û tevger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Liv û tevgera wesayîtan li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê asayî ye.

 

Piştî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Îran deriyên sînorî yên fermî yên bi Herêma Kurdistanê re daxist. Wisa dihate gotin ku Tirkiye jî dê deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl bi heman şêweyê daxe. Lê heta niha hatûçûn asayî ye.

 

Ajovanekî ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Mihemed Eta ji Rûdawê re diyar kir: “Em tiştekî nabînin, ti pirsgirêk tine, em bi xweşî diçin û tên, ti pirsgirêk tine.”

 

Piştî referanduma 25ê Îlonê ya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê çend pêngavên tund li dijî Başûrê Kurdistanê avêtin. Yek ji wan pêngavan, sekinandina geştên esmanî bû ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmanî ber bi firokexaneyên derve.

 

Di 16ê Cotmehê de jî Heşda Şeibî û hêzên Iraqê yên din êriş kirin ser Kerkûk û derdora wê. Piştî wê jî li çend bereyên din êrişî Pêşmerge kirin.

 

Bexda daxwaz dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kontrola deriyên sînorî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û Îranê radestî hikûmeta navendî bike, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê daxwaza Bexdayê razî nîne û heta niha jî li ser vê yekê ti rêkevtin nekirine.

 

Ev guvaş di destpêkê de nîgeranî li aliyê hin kesan çêkir, lê bazirgan diyar dikin, ku li deriyê Îbrahîm Xelîl her tişt asayî ye.

 

Bexda hêvîdar e Tirkiye jî weke Îranê deriyên sînorî bigre, da ku zextê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Lê Enqere ev daxwaz cîbicî nekir, loma pêngavên Îranê jî, li Herêma Kurdistanê bandor li ser buhayên kelûpelan nekir. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst