Li Hesekê 11 hezar ton pembo hatiye berhemanîn

03-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 11 hezar ton pembo hatiye berhemanîn.

Li gor daneyên Fermangeha Berhemên Riwekî li parêzgeha Hesekê ya Cizîra Rojavayê Kurdsitanê, qebareya berhemê ku hatiye çinîn ji pembo li wê parêzgehê, heta Duşemê (03-10-2022) gihiştiye 11 hezar û 431 ton pemboyê berhevkirî.

Serokê Fermangeha Berhemên Riwekî li Hesekê Celal Bîlal ragihan ku, çinîna pembo li navçeyên cuda yên wê parêzgehê berdewam e û rûberê ku heta niha hatiye çinîn gihiştiye 3 hezar û 875 donim zevî ji tevaya rûberê çandî bi pembo ku ew jî 5 hezar û 910 hektar e, bi taybetî li gundewarê Hesekê û Qamişlo û çend navçeyên din ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Zanyariyên Celal Bîlal nîşanê bi wê yekê didin ku, di dema 10 rojên bê de jî, cotkar wê danê duyem ji çinîna berhema pembo cîbicî bikin.

Her li gorî zanyariyan, Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê texmîn dike ku berhema werzê îsal ê pembo li wê parêzgehê bigihêje derdora 19 hezar ton pembo.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst