Li Tirkiyê bihayê benzîn û motorînê dîsan hat zêdekirin

02-02-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê lîtreya benzînê 39 quruş, bihayê motorînê jî 32 quruş hat zêdikirin. Bihayê motorînê di nav du hefteyan  de ev sê caran e ku tê zêdekirin.

Sendîkaya Kar a Îstasyonên Gaz Petrol û Enerjiyê (EPGiS) ragihand, bihayê lîtreya benzînê 39 quruş, bihayê motorînê 32 quruş hat zêdikirin û ev biryara zêdekirinê dê 2ê Sibata 2022an bê cîbicîkirin.

Bi bihayên nû dê li Stenbolê nirxê benzînê bibe 14.05 lîre, nirxê motorînê bibe 14.32 lîre.

Di demeke kurt de nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û pereyên biyanî bi awayekî tund daket û vê yekê li Tirkiyê rasterast bandor li bihayê kelûpel û pêwîstiyên sereke yên jiyanê kir û her diçe rojane bihayê wan tên zêde kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst