Elawî: Deynê Iraqê gihiştiye 133 milyar dolaran

01-12-2017
RÛDAW
Nîşan Eyad Elawî Deyn Iraq
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî ragihand, ku deynên Iraqê gihiştine 133 milyar dolaran û pereyên yedega Iraqê jî heta 33 milyar dolaran daketiye.

 

Eyad Elawî di rûniştina Encumena Karên Niştimanî de diyar kir: “Li gor raporta herî dawî ya Sindoqa Diravî ya Navdewletî (IMF), deynên Iraqê gihiştine 133 milyar dolaran û pereyên yedega Iraqê jî heta 33 milyar dolaran daketiye.” Tevî wê yekê ku beriya niha pereyên yedega Iraqê 80 milyar dolar bû.

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê weke pêwîst dibîne ku helwestek li ser wê raporta IMFê were nîşandan û pêdaçûna amaran were kirin, herwiha planek ji bo çareserkirina pirsgirêkê were danîn û ev mijar were çareserkirin.

 

Li gor Eyad Elawî "gendelî, rêveberiya xirab û tinebûna planeke zelal", ev pirsgirêk derxistiye holê û eger amadekariyeke baş û planeke sereke ji bo siberoja aboriya Iraqê neyê danîn, di siberojê de pirsgirêk û metirsiyên mezintir dê derkevin pêşiya Iraqê.

 

(Î.A)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst