Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Çandinî û Avdaniyê ya Herêma Kurdistanê biryar daye ku ji bo çandina gûzên îsraîlî 10 rezan veqetine.
Di van salên dawîn de li Herêma Kurdistanê gelek darên gûzên îsraîlî hatine çandin. Lê cara ewil e ku bi biryara Wezareta Çavakaniyên Çandinî û Avdaniyê ya Herêma Kurdistanê gûzên îsraîlî dê bêne çandin.
Darên navborî xwe li ber heta pileya germahiya 40 digerin û lewma randimana wan li Herêma Kurdistanê baş e.
Rêveberê Rezvaniya Hewlêrê Lûqman Mistefa ji Rûdawê re wiha got: “Di serî de em dê li deverên Herîr û Şaqlawa yên bi ser Hewlêrê ve ji bo cotkaran 10 rezên gûzên îsraîlî dirist bikin.”
Lûqman Mistefa wiha got: “Hedefa me ew e ku cureya hilberîna wan darên gûzan li vê derê zêde bibe, çimkî gelek berhemdar in û ji bo keşûhewaya Kurdistanê jî guncav in.”
Bi gotina Lûqman Mistefa ji bo her yek rezê gûzan pêwîstî bi 2 milyon dînar heye û wiha got: “Em dê şitlên gûzan dabîn bikin û herwiha di dema çêkirina rêzan de jî bibin alîkar. Herwiha em dê ji sedî 50 ya derman û pêwîstiyên din jî danîn bikin.”
Li gorî zanyariyên Mistefa dane li Herêma Kurdistanê tenê yek rez heye darên gûzên îsraîlî hatine çandin û rez jî li ser 20 donim erd hatiye çêkirin.
Xwediyê rezê gûzên îsraîlî Edula Mecîd jî ji Rûdawê re wiha got: “Beriya 12 salan min 2 şitlên gûzên îsraîlî çandî bûn. Min dît ku ew cureya daran berhemder in lewma min xwest ku ez zêdetir biçînim. Min niha 700 darên gûzan hene.”
Ebdula Mecîd wiha taybetmendiyên gûzên îsraîlî wiha rêz kirin:
“Mirov dikarên van daran wekî tov jî biçîne.
-Di sala yekemîn de tenê 2 goz pêve çêdibin.
-Di sala duyem de 7 gûz û di sala seyem de jî 30 heb guz berhem dide.
-Her sala paştir e berhemên vê darê zêdetir dibin.
-Her sala ji sedî 30 zêdetir gûz pêve çêdibin."
Li gorî zaniyariyên Mecîd jî piştî 20 salan çandinê zêdetir berhemdar dibe û her sal 30 kîlo gûz pêve çêdibin. Gûzên me yên xwemalî piştî 7 salan berhem didin û piştî 50 salan herî zêde berhem didin.
Mecîd wiha domand: “75 heb gûzên me yên xwemalî dike yek kilogram û hewiha qalikên wan ji kakilê wan zêdetir e. Lê 110 gûzên îsralî dibe kilogram û kakilê wan ji qalikên wan girantir e.”
Derbarê şitlê gûzên Wezareta Çavakaniyên Çandinîtî û Avdaniyê ya Herêma Kurdistanê peyda bikin de jî Mecîd da zanîn wezaretê dê ji bo 10 rezan, şitlên gûzan ji cem wî bibe.
Mecîd herwiha anî ziman di van 2 salên dawîn de wî gûz nefirotine û ew tenê gûzan diçîne û wekî şitle difiroşe. Mecîd di vê heyamê de milyonek û 500 hezar şitle çandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse