Serok Barzanî: Nabe daxwazên gelê Kurdistanê bi mûçeyê bên biçûkkirin

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Îraq Aborî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji şandeya aboriyê ya Îraqê re got, " Nabê li şûna rêzgirtina li daxwazên gelê Kurdistanê hewl bidin dozeke dîrokî û qurbanîdana bêhejmar a Kurdistanê bi mijara mûçeyê bê biçûkkirin."

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê şandeya bilind a aboriyê ya Îraqê qebûl kir.

Ofîsa Serok Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

"Hêviya avakirina Îraqeke nû hebû"

Li gorî daxuyaniyê Serok Mesûd Barzanî ji şandeya Îraqê re gotiye, "Piştî 2003yan, hêviya avakirina Îraqeke nû hebû ku bibe nimûneya pêkvejiyan, hevbeş, demokrasî û pirdengî li herêmê."

"Nabe daxwazên gelê Kurdistanê bi mijara mûçeyê bê biçûkkirin"

Her wiha Serok Mesûd Barzanî tekez kir û got:

"Xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina hevbeşî û mafên wan nabê li şûna rêzgirtina li daxwazên gelê Kurdistanê û qerebûya enfal û kîmyabaranan, hewl bidin dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmar a Kurdistanê bi mijara mûçeyê bê biçûkkirin yan jî hewla ji hev veqetandina Herêma Kurdistanê bê dayîn."

Li aliyê din şandeya Îraqê jî tekez kir ku “kombûnên wan bi Hikûmeta herêma Kurdistanê re bi sûd bûne û armanca wan ew e ku bi hemû alîyan re di atmosferekî tije bawerî de û bi nêrîneka şefaf û avaker bigihîjin hevtêgihîştineke tam da ku pirsgirêkan çareser bikin û astengan ji ber xwe rakin."

“Rêya herî baş diyalog e"

Serok Barzanî jî got, "Rêya herî baş a çareserkirina pirsgirêkan, bi rêya diyalog û têgihiştina navbera Hikûmeta Îraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîst e em hemû vegerin ser destûrê û li gel wê jî pabendî wan peymanên siyasî bîn ku aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê li serê li hev kirine."

"Pêwîst e neyeteke pak hebe"

Di heman demê de Serok Barzanî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoya diyalogê û çareser kirina pirsgirêkan li gel pabendbûna destûr û rêkeftinên siyasî, pêwîst e neyeteke pak û rasteqîne ki bo çareserkirina pirsgirêkan hebe.

Şandeyeke aboriyê ya girêdayê Serokweziriya Îraqê 8ê Îlona 2024an ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Îraq û Herêrma Kurdistanê hatibû Hewlêrê.

Di şandeye Îraqê de Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Fuad Husên, Wezîra Darayiyê Teyf Samî, Wezîrê Bazirganiyê Esîr Dawid Selman, Wezîrê Xebat û Karûbarên Civakî Ahmet Casim Sabîr, Sekreterê Giştî yê Serokwezîriyê Hemid Nayim, Serokê Banka Navendî ya Îraqê Elî Alaq û gelek rayedarên din hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst