Sêvê Îzolî: Li ser êrîşên Efrînê, Tirkiyê agahiyên xelet dan Fransayê

31-03-2018
RÛDAW
Sêvê Îzolî
Sêvê Îzolî
Nîşan Sêvê Îzolî Efrîn Tirkiye Fransa
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Parêzer û çalakvana Rojavayê Kurdistanê Sêvê Îzolî, da zanîn ku derbarê êrîşên Efrînê de Tirkiyê zanyariyên xelet dane Fransiyan.

 

Piştî beşdarbûna Konferansa “Kurd Piştî DAIŞê” ku roja Înê li Parîsa Fransayê hat sazkirin, Parêzer û çalakvana Rojavayê Kurdistanê Sêvê Îzolî ji Rûdawê re axifî û got: “Wê dema Efrîn ketiye ber êrîşan, ez û hevalên xwe hewl didin rastiya bûyerê wek xwe bighînin Fransiyan. Tirkiyê bo êrîşa ser Efrînê zanyariyên şaş dane Fransiyan. Tirkiyê gotiye ji bo ewlekariya welatê xwe êrîşeke wiha dike, lê daxwiyaniyên Erdogan dema dibêje li Efrînê ranawestin û heta bi Şingalê diçin, wê rastiyê pêşanî Fransiyan dide ku tişta Tirkiyê ji wan re gotiye û tişta dike, cuda ne. Ti belgeyeke Tirkiyê jî nîne ku YPG bo wê gef be.”

 

Îzolî wiha axifî: “Tişta em dixwazin li Fransayê bikin, ku beşdarê danûstandinên Cinêv, Astana û Soçiyê ye, roleke erênî bibîne. Kurdan qet nikariye beşdarî danûstandinan bibin. Herçiqas endamên ENKSê wek beşek ji Opozîsyona Sûriyê beşdarî danûstandinan bûn, lê wek serbixwe beşdar bûn ne wek nûnertiya gelê Kurd bikin.”

 

Parêzera Kurd axaftina xwe wiha qedand: “Projeyeke mezin a Tirkiyê heye, ew sê milyon Erebên Sûriyê ku berê ji destê Beşar Esed koçberî Tirkiyê bûne, hikûmeta Tirkiyê dixwaze wan û endamên grûbên radîkal ên Idlibê bîne û wan li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê bicîh bike û Kemera Erebî zindî bike. Tirkiye naxwaze qet Kurdistaneke yekgirtî were damezrandin û rêgiriyê li statûya Kurdan dike. Êrîşa ser Efrînê jî her evna ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst