SIPRI: Tirkiyê di salekê de 24 milyar dolar di warê leşkerî de xerc kir

30-04-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye SIPRI Rapor Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor rapora Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) li Tirkiyê xerciyên leşkerî ji sedî 24 zêde bûne û di sala 2018an de 19 milyar dolar di warê leşkerî de xerc kiriye.

 

Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştiyê ku navenda wê Stockholmê ye derbarê “bûdçeya leşkerî” ya sala 2018an de raporek belav kir û li gor raporê; sala 2018ê li gor sala 2017ê ji sedî 2,6 zêdetir pere hatine serfkirin.

 

Welatên cîhanî di sala 2018ê de 1,8 trîlyon milyar dolar xerc kirine. Li gor raporsê ji sedî 50ê pereyên hatîn xerckirin ji aliyê Amerîka û Çîn ve hatine serfkirin.

 

Li gor amarên Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştiyê, hikûmeta Tirkiyê di rêza 15emîn de ye û serfkirinên xwe yên leşkerî ji sedî 24 zêde kiriye û di sala 2018an de 19 milyar dolar ji bo mesrefên leşkerî de xerc kiriye.

 

Lêkolînera SIPRIyê Dr. Nan Tian derbarê xerciyên Enqerê yên di warî leşkerî de got: “Tirkiye her ku diçe ji bo wergirtina kelûpelên leşkerî zêdetir pereyan serf dike. Herwiha ew li dijî Kurdên Sûriyê tevgera xwe ya leşkerî berfirehtir dike û ew yek jî dibe sedem ku zêdetir di ware leşkerî de pereyan xerc bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst