Starbucks piştgiriyê dide penaberan

30-01-2017
RÛDAW
Nîşan Starbucks Donald Trump Penaber
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Starbucksê piştî biryara Serokê Amerîkayê Trump a derbarê penaberan de daxuyand ku ewê li 75 welatan di nav 5 salan de 10 hezar penaberan hilde kar.


Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump qedexe ji bo welatiyên 7 welatên misilman danî ku ew di nav 90 rojan de nekevin welêt û ev biryara wî ji hêla rayedarên Amerîkayê ve hat sekinandin, şirketa amerîkî Starbucksê ya ku li cîhanê di qada qehweyê de bi nav û deng e jî daxuyaniyek da.


Starbucksê ragihand ku dê li 75 welatan di nav 5 salan de kar bide 10 hezar penaberan.


CEOyê Starbucksê Howard Schultz ji xebatkarên xwe re nameyek şand û got ku ew niha di nav demeke wisa de ne ku nirxên xewna Amerîkayê we dikir, tên nîqaşkirin.


Schultz got ku ewê hewl bidin ku kesên ji şer, tundî, zilm û cudakariyê direvin zêdetir îstixdam bikin û wiha dewam kir: "Di nav 5 salan de li giştiyê cîhanê emê 10 hezar penaberan bo kar bistînin."


Schultz destnîşan kir ku ewê li Meksîkayê veberhênên xwe bidomînin.(aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst