Zaxarova: Kurdistana Iraqê alîkariya me kir

29-06-2018
RÛDAW
Nîşan Rûsya Mariya Zaxarova Kurdistana Iraqê Alîkarî DAIŞ
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Berdevaka Wezereta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di kongireya rojnamevanî ya heftane de ragihand, ku Wezereta Derve ya Rûsyayê bi alîkariya rayaderên Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîne hejmarek hevwelatiyên Rûsyayê vegerîne malên wan.

 

Mariya Zaxarova got: “Di 29ê meha Gulanê de, bi hewlên Konsulxanêya Rûsyayê li Hewlêrê û bi piştgirya rayedarên otonomîya Kurdistana Iraqê, me karî ku zarokên biçûk ên hemwelatiyên Rûsyayê bi navê Galîdov Sofru Gadjîmûradovnû ku di 15.12.2013 de ji dayîk bûye û Galîdov Salma Gadjîmûradovna ku di 15.07.2015 de ji dayî bûye, vegerînin Rûsyayê.”

 

Zaxarova diyar kir, ku çend kes ji hemwelatiyên Rûsyayê ku pêwendî bi DAIŞê ve kiribûn, niha di girtîgehên Herêma Kurdistanê de ne û hêzên dijî terorê yên Kurdistanê lêkolînê bi wan re dikin.

 

Li ser wê yekê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand: “Bavê malbata Galîdov ji 21.08.1990 ve hemwelatiyê Rûsyayê û dayîka wan ji 01.03.1993 ve hemwelatiya Azerbeycanê ye, ew jî niha di bin lêpisrîna hêzên taybet ên dijî terorê yên li otonomîya Kurdên Iraqê de ne. Niha debarê wan de lêkolîn tên kirin, peywendiya wan bi rêxistina DAIŞê re hebûye yan na . Dayîka Guseyînova biryar da zaroka xwe ya sêyem li gel xwe bi cîh bihêle û ew ji 06.03.2018an ve hemwelatiyê Rûsyayê ye.

 

Xûşkên Galîdov bi piştgirya Konsulxanêya Rûsyayê li Kurdistana Iraqê ji destpêka buharê bi rêya balafirxaneya Hewlêrê, ew veguhastine Rûsyayê.

 

Li gor agahiyên ku rayadaran dane me, tenê zakokekî hemwelatiyê Rûsyayê ku temenê wî biçûk e, ligel dayîk û bavê xwe di zindana otonomîya Kurdan Îraqê de tê girtin.”

 

Mariya Zaxarova herwiha destnîşan kir, “Wezereta Derve ya Rûsyayê bi rêya Balyozxaneyê Rûsyayê ya li Baxdayê û Konsulxanêya Rûsyayê ya li Hewlêre bi awayekî temamî çavdêrîya rewşa hemwelatiyên Rûsyayê dike, yên ku derbazî nava axa bin kontrola DAIŞê de li Iraqê bûne.”

 

Zaxarova tekez kir: “Niha em hemû hewlekê didin daku derbarê hemwelatiyên Rûsyayê de lêkolînen dadperwerane were kirin û em bikarbin wan vegerînin welatê wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst