New York: Xwendekarên zanîngehê ji bo Filistînê rabûn ser pêyan

28-04-2024
Sinan Tunçdemir
Çalakiya xwendekaran/Wêne: Rûdaw
Çalakiya xwendekaran/Wêne: Rûdaw
Nîşan Zanîngeha Columbiayê New York Filistîn Xwendekar
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê çalakiya xwendekarên Zanîngeha Columbiayê ya ji bo piştgiriya Filîstînê berdewam dike.

Zêdetirî 10 rojan e xwendekaran li kampusa zanîngehê kon danîne û dibêjin heta ku xwestekên wan neyên bicîhkirin ew çalakiya xwe bi dawî nakin.

Hefteya borî dema ku çalakî dest pê kiribûn nêzikî 100 xwendekar ji aliyê rêveberiya Zanîngeha Columbiayê ve ji zanîngehê hatibûn dûrxistin.

Daxwaza yekem a xwendekaran ew e ku xwendekarên ku ji zanîngehê hatibûn dûrxistin careke din bikaribin vegerin zanîngehê.

Daxwaza duyem jî ew e ku divê reveberiya zanîngehê pêwendiyên xwe bi kompanyayên ku têkiliyên wan bi Îsraîlê re hene bi dawî bike.

“Heta peyman neyê çêkirin em çalakiya xwe bi dawî nakin”

Xwendekara Zanîngeha Columbiayê ya bi navê Maryamê got:

“Armanca me ya yekem ew e ku berî pîrozbahiya mezûniyetê em bikaribin peymanekê çêbikin.

Ji ber ku em hez dikin hem xwendekar û hem jî malbatên wan bi hev re mezûniyetê pîroz bikin.

Em ji rêveberiya zanîngehê re dibêjin heta ku peyman neyê çêkirin em çalakiya xwe bi dawî nakin.”

“Bila zanîngeh bi awayekî akademîk Îsraîlê boykot bike”

Xwendekar Daliayê jî xwestekên xwe wiha anîn ziman:

“Em ji zanîngehê dixwazin ku bila bi awayekî akademîk Îsraîlê boykot bike.

Ji ber ku hin pêwendî bi enstîtuyên programan ên Îsraîlê re hene û ev pêwendî rasterast bandorê li xwendekarên Filîstinî dike.”

“Em naxwazin pereyên ku em didin zanîngehê ji bo alîkariya komkujiyê werin bikaranîn”

Xwendekar Ava Lyon Sereno wiha axivî:

“Em bi awayekî zelal dixwazin bizanin ka ew pereyên ku em didin zanîngehê diçih kû derê.

Bila bi raya giştî re parve bikin, wan pereyan çawa bi kar tînin.

Eger pere ji bo kompanyayên ku alîkariya Îsraîlê dike tên bikaranîn û bombe û çekan ji bo wan çêdike û alîkariya komkujiyê dike divê were rawestandin.

Lewre ew pere sivîl û nexweşxaneyan bombebaran dike.

Em hez nakin ew pereyên ku em didin zanîngehê ji bo vî were bikaranîn.”

Li aliyê din, rojnameger hewl didin herin nav konan û bibînin xwendekar li wir çi dikin, çi dixwin û vedixwin û zêdetir dîmen û wêneyan bigirin.

Lê belê xwendekar nahêlin ku kes biçe nav konan.

Tenê hin caran xwendekarên ku hatine hilbijartin tên derve û bi wî awayî rojnameger dikarin bi wan re hevpeyvînan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst