Helwesta Enqere, Berlîn û Moskowê derbarê pirsa Sûriyê de

27-10-2018
Zinar Şîno
Navendên lêkolînan li Moscow, Enqere û Berlîn bihîvîne ku civîna Lûtkeya Çaralî ya li ser kêşeya Sûriyê bibe sedema destpêkirna proseya siyasî li Sûriyê
Navendên lêkolînan li Moscow, Enqere û Berlîn bihîvîne ku civîna Lûtkeya Çaralî ya li ser kêşeya Sûriyê bibe sedema destpêkirna proseya siyasî li Sûriyê
Nîşan Tirkiye Almanya Rûsya Fransa Recep Tayyip Erdogan Vladimir Putin Angela Merkel Macron Civîn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navendên lêkolînan li Moscow, Enqere û Berlîn bihîvîne ku civîna Lûtkeya Çaralî ya li ser kêşeya Sûriyê li bajarê Stenbolê yê Trikiyê bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bibe sedema destpêkirna proseya siyasî li Sûriyê.

 

Li gor beşeke çavdêran, eger heye Almanya û Fransa guvaşê bixin ser Tirkiyê heta ku liv û tevgerên leşkerî li Sûriyê kontrol bike. Perlemanterekî Almanya dibêje,  pêwîst e di Lûtkeyê de mercên dûrxistina Serokê Sûriyê Beşar Esed li serokatiya Sûriyê bê gotûbêjkriin.

 

Offisên Rudawê yên Almaniya, Enqere û Moskow raporteke taybet li ser vê mijarê dirust kiriye.

 

Rêkeftna derbarê herêma aram li Idilîbe ya di navbera Pûtîn û Erdogan de li Soçî ya Rûsya hate ragehandin û piştgiriya navdewletî jê re hate diyarkrin.

 

Moskow a hevpeyman û parêzera Şam û rayedarên wê bo balkişandina vegerandina koçberan û dûbare avakirna sûryê kar dike.

 

Derbarê vê yekê de Rojhilatnas û pisporê serbazî Vladîmîr Yevêyv ji Rûdawê re wiha got: “Min pêmwaye ew lutkeyey ke 27 î oktober berrêwedeçêt peywendîyekî rastewxoy nabêt bekurdewe,bellam zor gring debêt eger bêt û makron serokî ferensa û engêla mîrkill rawêjkarî ellmanya fşar le erdogan bken û bllên ke rêgenadeyn operasyonî çle zeytun frawan bkeyt ,çunke pêştir ew operasyone tenha leçwarçêwey kantonî 'efrîn da bû bellam êsta benyaze berew menbec birrwat ,êsta le surya natwanrêt kontirrollî turkya bikrêt ."

 

Tirkiye ku ji wek cografî herî nêzîkî Sûriyê ye piştî rûdanên krîza Sûriyê opozisyona wî welatî hembêz kiriye û li dijî Eesed bûye lê opozisyon lawaz bûye û Şam xurt e.

 

Lûtkeya Çaralî ku gelek karê dîplomatîk jêr re hatiye kirin, di baweriya şarezayê karubarên û rojhelata naverast li navenda lêkolînên sitratejîk (Orsam) berdewamiya Astanayê ye herwiha derencamên wê ji bo proseya siyasî û ya li Cinêvê berdewam bibin lê hêleka giştî û zelal a siyaseta Tirkyê ji bo Sûryê heye!

 

Ji Orsamê Oytun Orhun wiha got: “Tirkiye li ser yekparçeyî û yekrêzîya Sûriyê gellek bi hesasî disekine . Ji ber vê yekê çi planênTirkiyê nine ku li İdlib , li heremên operasyona Mertala Firat, li Efrînê demeke dirêj bimîne û ji xwe re hereman ava bike.

 

Weke xala duyem jî em dikarin bêjin ku Tirkiye dixwaze tekoşîna li dijî hemû rêkxistinên terorî yên weke DAIŞ, YPG, Elqaîde berdewam be û hemû milîsên biyanî, hetta ew bixwe jî din av de; hemû welatên bêyanî jî ji suriyê derkevin.

 

Ya sêyem Tirkiye dixwaze sîstemeke nû ya siyasî were ava kirin ku tê de desthilatên serokê dewletê werin kêm kirin, rola parlementoyê were zêdekirin û herî girîng jî ew e ku Tirkiye dixwaze ku bi beşdariya xelkê suriyê yên niha li dervey welatê xwe ne jî, hilbijartineke adilane û azadane were encam dan û rêveberiya nû suriyê jî bi destê xelkê suriyê were destinîşan kirin.`

 

Macron û Merke; herdu bihêztirîn serkirdeyên Ewropa ku gelek caran li weke darêjreyên siyaseta yekêtiya Ewropa jî tên saloxetkrin; digel Outîn û Erdogan  dicivyan. Serbazên Fransî li ser erdê li derdorên Minbic hene û hemahengiyê li Amrîkiyan dikin.

 

Siyaseta Rojava, li gorî nerîna perlemantarek Almanî, serneketiye ji ber ku dengî nebûye û realîteya rewşa Sûriyê û pêşkeftinên Şamê û digel hevpeymanên xwe yên Îranî û Rûsî bidestxistîn nehatiye pejirandin.

 

Îran di lûtkeya Stenbolê de bi fîzîkî nehat dîtin lê rola Tehranê di pirsa Sûriyê de nikare bê piştguhxistin. Kurdên Rojava û siberoja wan di dîplomasiya cîhanî ya ji bo Sûriyê zelal nîne; ev yek eşkire ye ku kurd di navbera siyaseta herênî û cîhanê de; rêya danûstandinên zêdetir li gel Şamê li ber tê vekrin û çarçoveyek ji bo mafên xwe danin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst