Li Amerîkayê jineke Kurd bûye nimûneya karên xwebexş

27-01-2024
Sinan Tunçdemir
Yara Îsmaîl yasanas e û bi awayî xwebexş alîkariya penaberan dike
Yara Îsmaîl yasanas e û bi awayî xwebexş alîkariya penaberan dike
Nîşan Yara Îsmaîl Amerîka Rêxistina Alîkariyê ya Penaberên Kurd
A+ A-

New York (Rûdaw) - Zarokên Kurdên diyasporayê serkeftinên bêhempa derdixin holê û yek ji wan jî keçe Kurd Yara Îsmaîl (Ismael) e.

Yara Îsmaîl li bajarê New Yorkê di zanîngeha hiquqê de ya ku yek ji wan 6 zanîngehên hiquqê yên herî baş a Amerîkayê ye dixwîne.

Wê di heman demê de jî ji bo jinên Kurdên ku li kampan dimînîn rêxistineke alîkariyê ya bi navê “Rêxistina Alîkariyê ya Penaberên Kurd” ava kirîye.

“Dema biçûk bûm min welatparêziya xwe ya Kurdî naskir”

Çalakvana Kurd Yara Îsmaîlê ji Rûdawê re got:

“Ez li Bexdayê ji dayik bûm, dayika min ereb û bavê min jî Kurd e. Dema ez biçûk bûm min welatparêziya xwe ya Kurdî naskir.

Dema ku ez 13 salî bûm me koçî Californiayê kir û min dest bi dibistinê kir û herwiha ez li wir bi civaka Kurdan re ketim têkiliyê.

Paşê jî derbasê kolejê bûm û li wir jî bi civakên navneteweyî re ketim nav têkiliyên nû.

Min li Claremont McKenna Collegeyê beşa Têkiliyên Navneteweyî, Rêvebirî û Mafên Mirovan xwend.

Piştra jî ez hatim New Yorkê û min li Zanîngeha New Yorkê dest bi beşa hiquqê kir. Ev sala min a duyem e.

Ez bi taybetî jî hez dikim di qada hiquqê de berdewam bikim. Ez hema karê rêxistinê dikim û him jî bi civaka Kurdan re dixebitim. Ez hêza hiquqê dibînim.”

Bêyî qezenceke wê hebe kar dike

Rêxistina bi navê Alîkariya Penaberên Kurd, rexistineke nonprofit e ango wisa ye ku bêyî qezencek kar û xebat dike û ji bo tenduristiya jinan dixebite.

Bi taybetî jî ji bo pêwistiyên jinên Kurd yên ku li Kurdistanê û li kampan dimînin kar dike.

Rêvebira Rêxistina Alîkariyê ya Penaberên Kurd da zanîn ku wan rêxistin li gel bi grûpeke jinên Kurdên Amerikayê re damezrand û wiha domand:

“Di sala 2019an de dema ku Tirkiyeyê Rojavaya Kurdistanê dagirker kir me wê demê rêxistin li San Diegoyê ji bo alikariyê damezrand.

Gelek grûb û kes jî bi me re ketin têkiliyê wê demê û alîkarî dab. Me bi taybetî jî alîkarî li ser mesela serê mehê ango dema bênimêjiya jinan kir.

Ji ber ku ev mesele di nav hin Kurdan de wek tabû ye û tê paşgugkirin. Lê em alîkariyên xwe wisa hildibêjêrin ku him ji bo demeke dirêj û him jî ji bo xezayê pirsgirêk nîne.”

Ji bixwe dê kar bikin

Yara Îsmaîlê da zanîn ku ew zêdetirî alîkariyê didin jinên ku li Kammpa Berdereû û Kampa Guwelanê dimînin û her du jî nêzikê Hewlerê ne.

Ew wisa dixebitin ku alîkarî her berdewam bikin.

Niha ew li ser modelekî dixebitin heta du salan jinên xwecihî bixwe bikarin kar bikinn.

“Me heta niha 5 caran alîkarî daye jinan”

Yara Îsmaîlê herwiha eşkere kir ku ew perwerdeyê dide jinan û got:

“Me heta niha 5 caran alîkarî bir û me alîkarî da bi hezaran jinan. Me bi hezaran pedên jinan û binkincên jinan û pêwîstiyên din ên jinan li wir belav kir.

Di alîyê din de jî dermanên êşkujîyê, sabûn jî me belav kir. Em jinên li wan kapman perwerde jî dikin bila bizanibin ka çawa dikarin bi kar bînin.”

Rêxistin berfireh dibe

Bi gotina Yara Îsmaîlê ew rêxistina xwe firehtir dikin û ew hez dikin zêdetir derfetan bi kar bînin.

Çalakvana Kurd destnîşan kir ku  mirov dikarin him bibin sponsor û him jî dikarin ji bo orgazîsyonên berhevkirina alîkariyê kar bikin got:

“Eger kî hez bike alîkarî bidin divê bi me re bikevin têkiliyê. Li Kurdistanê, derveyê Kurdistanê û hema bêje li her derê cîhanê dibe.

Website me ziyaret bikin, hûn dikarin bi rasterast li wir alîkariyê bidin û hin dikarin bi me re bikevin nav têkiliyê û em dê we baştir agahdar bikin ka hûn çawa dikarin alîkariyê bidin.

Hûn him dikarin li Ameîrkayê bibin beşa tîma me û him jî li kampan bi me re bi wekî xwebexş bixebitin.”

Yara Îsmaîl di aliyê din de jî bale dikişîne li ser taybetmendiya civak û serkeftinên kesayetiyê:

“Bi pêşketina şexsî û serkeftineke şexsî li hev hatina civakê gelekî girîng e. Ango her şexsiyetên Kurd li diyasporayê û li Kurdistanê li ser xwe baştir kar bikin ango xwe pêşve bibin civaka xwe jî bi xwe re pêşve dibin.”

Wisa xuya dike ku keç û xortên Kurdan dema ku derfet dikeve destên wan gelekî baş bi kar tînin û her çiqas ji Kurdistanê nejîn jî gel ji bîr nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst