Ji Jennifer Lopez milyonek dolar alîkarî

26-09-2017
RÛDAW
Nîşan Jennifer Lopez Tofan Maria Porto Riko
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Stranbêja amerîkî Jennifer Lopez, piştî tofana Mariayê li Porto Rikoyê rû dayî, milyonek dolar alîkarî dide wî welatî.

 

Ji ber tofana Mariayê, li Porto Rikoyê 33 kesan canê xwe ji dest da û bi milyon dolar zirar li wî welatî bû. Stranbêja amerîkî Jennifer Lopez piştî vê bûyerê biryar da milyonek dolar alîkarî bide Porto Rikoyê.


Jennifer Lopez diyar kir ku di nav bist salên dawiyê de Porto Riko rûbirûyê tofana herî mezin bûye û ew dê ji bo alîkariyê ligel navdarên welatên din ê Amerîkaya Latîn hevdîtinan pêk bîne.


Lopez li gel Parêzgarê New Yorkê Andrew Cuomo alîkariyên bo Porto Rikoyê yên li New Yorkê organîze dike û bi gotina Lopez ji bo alîkariyên weke av û zad hevdîtin berdewam in.


 Li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Lopez peyamek belav kir û tê de gotiye: “Îro ez ligel Parêzgarê New Yorkê Andrew Cuomo me ku ji bo mirovên di tofanê de tuşî zeraran hatine, alîkariyê dike.”


Herwiha stranbêja amerîkî derbarê alîkariyên Andrew Cuomo berhevkirinê de vîdeoyek jî belav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst