Almanya û Îraqê li hev kir: Peymana vegerandina penaberan çi ye?

25-05-2024
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Îraq Almanya Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Almanya û Îraqê li hev kirin ku 29 hezar penaberên Îraqî yên daxwaza wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin vegerinîn Îraqê.

Rûdaw hurgiliyên xalên peyman û lihevkirina Almanya û Îraqê eşkere dike.

Penaberekî Herêma Kurdistanê eşkere ku 5 sal e li Almanyayê penaber e, ew diyar dike ku ew bi ti awayî careke din venagere Herêma Kurdistanê.

Peymana Almanya û Îraqê ji 14 xalan pêk tê.

 Di destpêka sala 2023yan de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Îraqê Olaf Scholz ji bo rê li ber penaberan bigirin ew peyman îmze kiribûn.

Mafê 22 hezar û 757 kesan ê rûniştinê nîne

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, ji Rûdawê re eşkere kir ku heta 31ê Adara 2024an, 279 hezar û 49 welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê li Almanyayê dijîn û mafê 22 hezar û 757 kesan ê rûniştinê nîne.

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê heta Adara 2024an 222 kes ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê hatine vegerandin.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Bavyera ji destpêka 2024an heta niha, 77 kes  li herêmê wan ji bo Îraqê hatine vegerandin.

3 hezar û 918 penaberên din jî hene ku divê werin vegerandin.

Herwiha 288 penaberan bi xwe daxwazkirine vegerin Herêma Kurdistanê û Îraqê.

Mardîn Mihemed, xelkê Silêmaniyê ye. Zewicî ye û 2 zarokên wî hene.

5 sal û 6 meh e li Almanyayê penaber e. Daxwaza wî ya penaberiyê nehatiye qebûlkirin.

“Ez naxwazim vegerim”

Mardîn ji Rûdawê re diyar kir ku tîmeke karmendên Konsolxaneya Îraqê ya  Almanyayê lepirsîn bi wî re kiriye û li gorî gotina wan ew ji Bexdayê hatine û bi wî re bi Kurdî axivîne.

Mardîn amaje bi wê yekê kir ku wê tîma Balyozxaneyê jê re gotiye ku daxwaza wî ya penaberiyê nehatiye qebûlkirin û Dadgeha Almanyayê biryara daye ku divê ji bo Îraqê were vegerandin.

Mardin ji Rûdawê re da zanîn ku wî jî ji berpirsên Konsulxaneya Îraqê re gotiye ku ew dê venegere Îraqê û naxwaza vegere Herêma Kurdistanê û Îraqê.

“Penaber dê li ser daxwaza xwe bên vegerandin”

Almanya li ser daxwaza Îraqê naveroka peymanê ji medyayê re eşkere nake.

Rûdaw kopyayeke peymanê bi dest xistiye.

Li gorî wê peymanê ew penaberên ku daxwaza wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin li ser “daxwaza xwe” dê ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê bêne vegerandin.

Li gorî peymanê, dê ji bo vegera bi dilxwazî ya penaberan dê xebat bên kirin, kesên ku tên vegerandin divê di nav komelgehê de werin entegrekirin, koçberiya bi qanûnî bê pêşxistin û ji bo xwendekaran jî vîze bê dayîn.

Herwiha di rêkeftinê de hatiye gotin ku her du welat li gorî yasayên navneteweyî amade ne ku zanyariyan bidin hevdû.

Eger yek ji wan welatan ji peymanê vekişe divê beriya biryara vekişînê bi  3 mehan aliyê din agahdar bike.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas îro ji Rûdawê re diyar kir ku Almanyda dê 39 hezar penaberên ku dosyaya wan nehatiye qebûlkirin vegerîne Îraqê.

Li gorî gotina Elî Ebas, Bexdayê biryar da ku wan bi serbilindî vegerîne Îraqê, da ku li derve rûbirûyî pirsgirêkên din nebin û piştî demekê careke din vegerin nav civaka Îraqê û bibin hemwelatiyên baş ên Îraqê.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst