Fînlanda koçberên kurd vedigerîne

25-02-2017
RÛDAW
Nîşan Fînlandiya Koçber Iraq Kurd
A+ A-

Helsînkî (Rûdaw) – Demjimêr 04.00ê sibê hejmareke zêde yê koçberên kurd û ereb li Firokexaneya Sabîha Gokçen a Stenbolê kombibûn. Polîsan bi hişyarî reftar ligel wan dikir. Ew ji rêyekê dûr hatibûn û ew koçber bûn ku hikûmeta Fînlandiyayê deport kiribûn.

 

Kerîm Hesenê 23 salî, ku ji Başûrê Kurdistanê ye, yek ji wan kesan e, ku ji Helsînkî hatiye vegerandin. Ew dibêje wî bi xwe navê xwe nivîsandiye, eger bimaya dibe ku ji pereyê rêya wî jî bê beş bimaya.

 

Kerîm dibêje ligel wî gelek kurdên din jî hebûne, ku îmzeya vegerê wergirtine. Hefteya derbasbûyî ji Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê 18 kes hatine vederkirin û şandine Tirkiyê. Kerîm Hesen jî yek ji wan bû.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê hikûmeta Fînlandiyayê biryar daye bi 3 qonaxan 3 hezar û 600 hemwelatiyên Iraqê vegerîne, ku piraniya wan ereb in lê kurd, tirkmen û krîstiyan jî di nav wan de hene.

 

Berpirsên Iraqê jî ji televîzyona nîştîmanî ya fînlandî YLAyê re ragihandine, ku ew tenê hemwelatiyên Iraqê ewên bi daxwaza xwe vegeriyane werdigrin.

 

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed ji medyaya cîhanê re ragihandibû, ku koçberên bi zorê tên deportkirin dê ji aliyê Iraqê ve neyên wergirtin. Lê hinek ji wan 18 kesên hatine deportkirin, bi zorê hatine şandin.

 

Gelek koçberên kurd û iraqî dibêjin eger mirin jî hebe, ew venagerin. Rojên 15 û 16ê Sibata 2017ê hejmareke ji koçberên kurd û iraqî li Helsînkî û herwiha li bajarên Turko, Lahtî û çend bajarekê din dest bi çalakiya mangirtinê kirin. Bi sedan fînlandiyan jî piştgirî dan çalakiyên wan.  

 

Sûha Xefacî yek ji wan kesan û xelka Samaraya Iraqê ye, bi zorê hatiye vederkirin. Sûha dibêje ew ji ber şerê mezhebî û DAIŞê reviye, eger vegere jî dibe ji aliyê mîlîsan ve bê kuştin.

 

Wê ji berpirsên hikûmeta Fînlandiyayê re jî gotiye, ku 2 birayên wê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin lê dîsa jî destûra mayînê nedanê.

 

Guhertina yasaya koçberan ji aliyê Swêd û Norveçê ve, helwesta tund a Holanda û Almanyayê, bêdengiya Ewropayê dihêle, ku Fînlandiya vê biryarê bigre û pêkbîne.

 

Parêzera fînlandî Twayn Mîla derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got ku bi zorê şandina penaberan li dijî mafê mirovan e.

 

Mîla dibêje; “Iraq di bin gefa şer û pozberiya mezhebî de ye, lewma ti wateya vegerandina penaberan nîne.”

 

Koçberekî kurd ê li Fînlandiyayê yê bi navê Rizgar Celal jî dibêje, ev  sal in li Fînlandiyayê dijî û niha dixwazin wî jî veder bikin.

 

Rizgar Celal bi rijdî diyar dike ku ew dê venegere û dibêje; “Eger cenazeyê min bişînin dibe, nexwe ez bi zindî ji vir dernakevim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst