Keça kurda efrînî bi serkeftina xwe bala Ewropayê dikişe

24-01-2017
RÛDAW
Nîşan Swêd Îtalya Penaber
A+ A-

Roma (Rûdaw) – Çîroka keça bi navê Danye Celîl, bala swêdî û îtaliyan dikişe, ku piştî nekariye bibe pizîşkek serkeftî, dest bi karê kerta geştiyariyê kiriye û niha bazirganekî serkeftî ye.

 

Danye Celîl ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û heftane bi sedan geştiyaran ji welatên Asyayê vediguhza welatên başûr û rojavayê Ewropayê. Danye dibêje; “Japonî, çînî û beşekî zêde yê geştiyarên erebên kendavê pişta xwe didin min.”

 

Piştî têkçûna rewşa Sûriyê di Adara sala 2011ê de, jiyana Danye Celîl jî weke bi hezaran malbatên kurdên Rojavayê Kurdistanê têk diçe û ji ber şer koçber dibin. Danye ligel malbata xwe tê Başûrê Kurdistanê.

 

Li Hewlêrê dest bi kar kiriye

 

Dema ji Şamê derdikevin Danye xwendekara qonaxa duyemîn a Koleja Pizîşkî bûye. Piştî hatine Başûrê Kurdistanê ew dixwaze xwendina xwe berdewam bike lê ji ber xirabiya rewşa aborî ya malbatê, nikare xwendina xwe berdewam bike. Herwiha li Hewlêrê jê tê xwestin, ku di kolejekî nizimtir de bixwîne.

 

Li ser vê yekê Danya li Hewlêrê dest bi kar dike. Di destpêkê de li marketekî mezin weke berpirsê bazirganiyê kar dike. Paşî li gel keçekê hewlêrî dikanekê cildirûnê vedikin û serkeftî dibin.

 

Danye Celîl dibêje; “Rojane me bi dehan kes birê dikir, çend3in modelîstên nû li gel me fêrî dirûtina cilan bûn, em serkeftî bûn.”

 

Keça kurd zimanê erebî, tirkî û îngîlîzî, herwiha kêmek jî fransizî dizene. Lewma gelek caran karê wergeriyê jî kiriye.

 

Serpêhatiya penaberiyê

 

Danye Celîl li nexweşxaneyên tirkî de karê wergerê dike û bi rêya van şîrketan diçe Tirkiyê û ji wir jî koçê Ewropayê dibe. Ew di dema rêya penaberiyê de rastê gelek zor û zehmetiyan tê, ku bi gotina wê ti caran wan zoriyan ji bîr nake.

 

Di dema koçberiyê de Danye û bi dehan koçberên din bi keştiyê ji Yûnanîstanê dixwazin herin Îtalyayê. Di deryayê de keştiya wan noq dibe, gelek penaber di avê de dixeniqin lê Danye ligel bira û kurxalê xwe û çend penabereke din ji aliyê polîsên îtalî ve tên rizgarkirin.

 

Piştî digehe Îtalyayê di avahiyeke kevn a Romayê de dimîne, ku ew avahî yê PKKê ye.

 

Danye Celîl dibêje; “PKKê xwest ez ji bo wan karê siyasî bikim, lê min qebûl nekir. Lewma ez derkirim. Ez ligel birayê xwe û kurxalekê xwe li kolanan man.”

 

Çûna Swêdê

 

Ew dibîne, ku nikar eli Îtalya kar bike, lewma berê xwe dide Swêdê û niha li vî welatî mafê rûniştinê û herwiha karkirinê wergirtiye. Danye li şîrketekê geştiyariyê kar dike û geştiyaran vediguheze welatên Ewropayê.

 

Keça kurd dibêje; “her meh karê nêzîkî 700 geştiyanaran birêve dibim. Mafê min heye li Roma, Viyana, Venisya, Parîs û Amsterdamê karê geştiyariyê bikim û ji Swêdê geştiyaran dibim van welatan.”

 

Niha 6 karmendên Danye Efrînî hene û dixwaze karên xwe berfirehtir bike, geştiyaran veguheza welatên rojhilatê Ewropayê jî.

 

Di dema penaberiyê de Danyeyê ligel ciwanekî swêdî jiyana hevjîniyê pêk aniye û niha bi hevre karê geştiyariyê dikin.

 

Hevjînê Danyeyê, Alan Svenson ku beriya niha bazirgan bûye, dibêje; “Danyayê karê min berfirehtir kir, zîrekî û paqijiya wê wisa kir ez jî karên xwe pêş bixim. Piştrast im, ku dê di jiyana hevjîniyê de jî serkeftî bin.”

 

Niha medyaya Swêd û Îtalyayê Danyayê weke keçekê serkeftî û palewan didin naskirin. Medyayên van welatan li ser ezmûnê wê yê kar gelek caran ligel wê hevpeyvîn pêkanîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst