ÎDIAYEK SOSRET - 3 Yemenî dibêjin Mars milkê bapîrê wan e!

23-12-2015
RÛDAW
Hesareya Marsê
Hesareya Marsê
Nîşan NASA Mars (Mirîx) Yemen Kabra Kabir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 3 welatiyên ji Yemenê dibêjin, hesareya Mars (Mirîx) mile bav û kalên wan e û ji ber ku ajansa gerdûnnasiya Amerîkayê NASA bê muhleta wan çûne ser Marsê, li dijî wê ajansê li dadgehê gilî tomar kirin.

 

Adem Îsmayil, Mistefa Xelîl û Ebdullah El-Omerî ew sê welatiyên yemenî ne, ku banga wê yekê dikin, ku hesareya Marsê milkê bav û kale wan e û daxwaz dikin, ku milkê wan ji wan vegerînin.

 

Wan her sê welatiyên yemenî di sala 1997ê de li cem daxwazkarê giştî yê Yemenê gilî li dijî NASAyê tomar kirine, ji ber ku NASA bêyî ku îcazeyê li wan werbigre, hatinûçûnê bo ser Marsê dike.

 

Herwiha wan kesan belge xistine pêşberî dadgehê ku li gor gotina wan ew belge derdixin ku tapoya milkê wan ya 3 hezar sal berî niha ye.

 

Ew kesên yemenî dibêjin: “Berî 3 hezar salî bapîrên me yê mezin bi navê 'Kabra Kabir' xwediyê Marsê bûye. Her ji ber wê jî wan NASA tohmetbar kirine ku destdirêjî kiriye ser milkê wan bi rêya çalakiyên xwe li ser wê hesareyê.”

 

Ew dibêjin: “NASA ji sala 1996ê de bi kêfa xwe dest bi kolandina erdê li ser Marsê kirine û li ser erê bav û kalên wan lêkolînên biyolojîk pêk anêne, bêyî ku pirsê li wan bikin.”

 

Newiyê Kabra daxwaz ji NASA dikin ku demildest hemû çalakiyên xwe rawestîne û bêyî pirsyar û şîreta wan ti çalakiyên li wir neke û ti agahiyan belav neke.

 

Ji aliyê xwe ve NASA guh nade daxwaz wan welatiyên yemenî.

 

Berdevkê Ragihandina NASAyê Brian Walsh ji CNN re ragihandiye: “Hesareya Marsê mile hemûyan e, ne milkê çend kesên yemenî. Daxwaza wan yemeniyan gellek bêwate ye.”

 

Brian Walsh herwiha dibêje: “Pêwîst e xelk aram be, ji ber di pêşerojê de ew çavkaniyên li ser hesareyên din tên dîtin, milkê hemûyan e û gerek hemû arîşe di navbera şirîkan de bi yasayê werin çareserkirin.”

 

Li gor rêkevtinnameya cîhanî ya sala 1967ê her tiştek li derveyî hesareya Zewî dê dîtin, milkê hemû mirovahiyê ye, nek milkê ti kes û welatek diyarkirî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst