Wezîrê Karên Derve yê Libnanê: Bêyî çareserkirina pirsgirêkên siyasî em nikarin ên aborî çareser bikin

22-09-2023
Diyar Kurde
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Libnan Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Ebdullah Bûhebîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Ebdullah Bûhebîb derbarê krîza aborî ya li welatê ji Rûdawê re got ku, bêyî çareserkirina pirsgirêkên siyasî ew nikarin pirsgirêkên aborî çareser bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Ebdullah Bûhebîb ji bo beşdariya civîna 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye.

Ebdullah Bûhebîb bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê da û ji bilî rewşa Libnanê behsa pêwendiyên Îraq û welatê xwe kir.

Ebdullah Bûhebîb got ku pêwendiyên wan ên baş bi Îraqê re hene û Libnan welatê duyemê Îraqiyan e.

Bi gotina Ebdullah Bûhebîb di mehên hezîran û tîrmehê de her meh nêzîkî 30 hezar Îraqî çûne Libnanê.

Derbarê kirîza aborî ya navxweya wî welatî de jî Ebdulla Bûhebîb got ku, bêyî çareserkirina pirsgirêkên siyasî ew nikarin pirsgirêkên aborî çareser bikin.

Bersivên Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Ebdullah Bûhebîb bi vî awayî ne:

Diyar Kurde: Zor spas, cenabê wezîr. Dixwazim pirsyareke derbarê Îraq û Kurdistana Îraqê de bikim. Tu dikarî ji me re behsa pêwendiyên we yên bi Îraq û û Kurdistanê re çawa ne?

Ebdullah Bûhebîb: Pêwendiyên me yên zêde baş bi Îraqê re hene. Îraq ji hemû aliyên din zêdetir alîkariya Libnanê dike, yan bibêjim du qat ji her welatekî din alîkariya Libnanê dike.

Îraqî tên Libnanê, Libnanî ji wan hez dikin û dibe welatê wan ê duyem. Di hezîran û tîrmehê de mehane nêzîkî 30 hezar Îraqî hatine nav Libnanê. Ev tiştekî zêde baş e ji bo me. Em birayê hev ên herî baş in û wiha jî dimînin.

Rûdaw: Cenabê te behsa geştyariyê kir. Xelkekek zêde ji Îraq û Kurdistana Îraqê serdana Libnanê dikin. Ti planeke we heye ji bo geştyaran heye?

Ebdullah Bûhebîb: Ji bo bên Libnanê pêwîstiya wan bi vîzeyê nîne û ev jî girîngtirîn tişt e. Me li ser vê yekê zêde kar kiriye. Ev ne karekî asan bû lê me kir. Em pêşwaziyê li wan dikin. Ew dikarin bi rêya firokexaneyê bên an bi rêya bejayî bên, herdem bixêr bên.

Rûdaw: Libnan di rewşeke zehmet de ye, tişta ku pêwendiya wê bi warê aborî heye, çi daxwaziyên we li saziyên navdewletî wek Neteweyên Yekbûyî û hevbeşên we heye daku alîkariya we bikin ji bo rûbirûbûna wê krîza aborî ya li welatê we?

Ebdullah Bûhebîb:Hûn dizanin ku pirisgirêkên me yên siyasî hene û em nikarin pirisgirêka aborî berî pirisgirêkên siyasî çareser bikin. Ev mijareke navxweyî ye lê dostên me yên li navçeya Erebî û seranserê cîhanê alîkariya dikin. Em kar li ser vê yekê dikin û rêkeftineke me ligel sendoqa dirava navdewletî heye û her dema serokekî me hebe wê îmze dike û parlamnto jî îmze dike.

Rûdaw: Tu pêşbînî dike van nêzîkan hûn serok hilbijêrin?

Ebdullah Bûhebîb: Ev pirsiyareke zêde zehmet e. Xwezî min bizana. Ez ne endamê parlamentoyê me lê ez dua dikin zû serokekî me hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst