Amerîka li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê çi dibêje?

22-02-2024
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, “Em piştgiriyê didin ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema herî nêzîk de werin kirin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Hatibû ragihandin ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Sibata 2024an werin kirin lê ji ji ber doza ku li Dadgeha Federal a Îraqê berdewam dike, hilbijartin hatibûn taloqkirin.

“Em hilbijartinên adil teşwîq dikin”

Matthew Miller, pirsa diyar Kurde ya li ser hilbijartinan bi vî awayî bersivand:

“Haya me ji wan raporan heye ku behsa biryarên dadgehê yên li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê û nakokiyên Hewlêr û bexdayê dikin.

Em piştgiriyê didin ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema herî nêzîk de werin kirin.

Em teşwîq dikin ku hilbijartin adil, azad û şefaf bin.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê hat kirin.

Grûpa ku navê “Berxwedan Îslamî ya Îraqê” li xwe dike gelek ji van êrişan dixistin stûyê xwe.

Amerîkayê jî carinan bersiv dida van êrişan û komên çekdar ên nêzîkî Îranê dikirin hedef.

Piştî bersivdayîna xurt a Amerîkayê êrişên van koman rawestiyabûn.

Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê gotibû, “Ji 4ê Sibatê ve êrişî hêzên me yên li Îraq û Sûriyeyê nehatiye kirin.”

“Em amade ne hesab bipirsin”

Matthew Miller li ser rawestîna van êrişan got:

“Em ne bi gotinê, bi kirinê jî amade ne ku hêzên xwe yên li Îraqê û berjewendiyên Amerîkayê biparêzin.

Em amade ne hesab ji wan kesan bipirsin ku hêzên me dikin hedef.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst