Çîn ji bo 3 zarokan destûr da

21-08-2021
RÛDAW
Nîşan Zarok Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çînê guhertina qanûna ku destûrê ji bo 3 zarokan dide hat qebûlkirin.

Li gor nûçeya ajansa Çînê Şîhnuayê guhertina Qanûna Plansaziya Malbat û Nifûsê ji aliyê Komîteya Daîmî ya Kongreya Gel a Neteweyî ve hat qebûlkirin.

Guhertina qanûnê, piştî pejirandina Serokê Çînê, Xi Jinping ew ê bikeve meriyetê.

Polîtburoya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê ku saziya sereke ya biryardana siyasî ya wî welatî ye di 31ê Gulanê de biryar da ku “piştgiriyê bidin cotên ku dixwazin bibin xwediyê zarokek sêyemîn.”

Di daxuyaniya ku piştî civîna bi serokatiya Xi hate kirin de  dibêje “Ji bo başkirina avahiya nifûsa Çînê, armanc dike ku bi bandor bersivê bide pirsgirêka pîrbûna nifûsê û domandina avantaja çavkaniya mirovî ya welat biryar hatiye stendin.”

Bi guhertina qanûnê amaje bi wê yekê tê kirin ku rêveberiya Pekînê ji polîtîkaya “yek zarokî” ku nifûsê kontrol bike vedigere.

Polîtîkaya "yek zarok" a ku ji 1980 an vir ve li Çînê tê meşandin bi pêşketina aborî û bajarvaniya welat zêdebûna nifûsê pir kêm kiribû. Lêbelê, bi demê re, vê kêmbûnê pirsgirêka pîrbûna nifûsê derxist û bû sedema kêmbûna hejmara nifûsa ku kar dike.

Çîn di sala 2013an kesên ku ji malbatên yek zarokî hatine rê li ber wan hat vekirin ku bibin xwediyê zaroka dûyemîn. Di sala 2016an de jî sinorê ji bo zarokan derxist 2yan.

Li gorî encamên serjimêriya 10 salî ya ku di Gulanê de hate eşkere kirin, nifûsa ku di sala 2010an de 1 milyar û 339 milyon û 724 hezar û 825 kes bû, di sala 2020an de gihîşte 1 milyar û 411 milyon û 778 hezar û 724 kesan.

Nifûsa çîne di 10 salan de 72 zêde bû û salane rêjeya zêdebûnê bûbû ji hezarî 5.3.

Hejmara jidayikbûnên li Çînê di sala 2020an de li gorî sala berê ji sedî 18 kêm bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst