Ji Rûsyayê siza: 29 Amerîkî, di nav de Harris, Kirby û Zuckerberg jî hene

21-04-2022
RÛDAW
Nîşan Kamala Harris Mark Zuckerberg Rûsya Kanada Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rûsyayê, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris û CEO yê kompanyaya Metayê Mark Zuckerberg jî di nav de qedexeya ketina Rûsyayê da 29 Amerîkî û 61 Kanadayiyan.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand ku rêveberiya Serokê Amerikayê Joe Biden hem li dijî rayedarên Rûsî û malbatên wan û hem jî li dijî karsaz, zanyar û kesayetên çandî biryarên sizayên li dijî Rûsyayê her ku diçe berfirehtir dike.

Hat diyarkirin ku rojnamevanên ku rojeva dijberiya Rûsyayê çêkirine, pispor, karsaz, rêveberên payebilind û hevjînên wan, 29 Amerîkî hatine xistin nav lîsteya sizayan û ketina wan a nav Rûsyayê hat qedexe kirin. Navên wan kesên ku qedexeya ketina Rûsyayê li wan hatiye dayîn jî hat belavkirin.

Di lîsteyê de kesên navdar ên wek Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê John Kirby, Sekreterê Giştî yê Koşka Spî Ronald Klain, CEO yê kompanyaya Metayê Mark Zuckerberg jî hene.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyê de diyar kir ku Kanada jî bi berdewamî sizayan li welatiyên Rûsî dibire û got, "Di nav de rayedarên payebilind ên hikûmetê, personelên serbazî yên çalak û xanenişîn, nûnerên pisporên civakê û rojnamevanên navdar ên ku rasterast di pêşvebirin, rewakirin û sepandina hestên dijî Rûsyayê de di rejîma Kanadayê de cih digirin jî ketina nav Federasyona Rûsyayê heta hetayî hat qedexekirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de lîsteya Kanadayiyên ku têketina qedexeya Rûsyayê li wan hat birîn, hat weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst