KOLN - Gireva birçîbûnê ya ji bo Efrînê bidawî bû

20-10-2018
RÛDAW
Di girevê de piştevaniya xelkê Efrînê hat kirin
Di girevê de piştevaniya xelkê Efrînê hat kirin
Nîşan Efrîn Grev Koln Almanya
A+ A-

Koln (Rûdaw) - Gireva birçîbûnê ya ji bo piştevaniya Efrînê li bajarê Koln ê Almanya bidawî hat û girevgirtiyan daxwaz kirin ku xelkê Efrînê bi xwe devera xwe birêve bibin.

 

Hejmarek welatiyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û kurdên ji perçeyên din ên Kurdistanê li bajarê Kolnê yê Almanyayê ji bo piştevaniya bajarê li ber konsulxaneya Tirkiyê ketibbûn greva birçîbûnê, ew çalakiya wan îro Seşêmê (20.10.2018) bidawî hat.


Di wê çalakiyê de ne bi tenê ji Rojavayê Kurdistanê di heman demê de  ji parçeyên din jî xelk beşdar bûn û binpêkirinên ku li Efrînê diqewimin rûreş kirin.

Jineke Kurd ku ew bi xwe ji Efrînê ye û beşdarî wê girvê bibû, ji Rûdawê re da xuyakirin, ku ew dixwazin aliyên çekdar ji Efrînê derkevin daku xelkê deverê bikarbin vegerin malên xwe û rê li ber guhertina demografî bê girtin.


Çalakiyên Kurdên akinciyên Almanyayê bo Efrînê berdewam in. Koçkirin, zor û zehmetî û talankirina mal û malkên xelkê Efrînê bi belge belav dikin. Dixwazin hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê ji Efrînê derkevin.


Biryar e di rojên bê de li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê  heman çalakî bê sazkirin  û çalakvanên Kurd dixwazin li hemû bajarên mezin ên Almanyayê çalakî berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst