Li New Yorkê piştî 700 rojî berf bariya: 55 kes mirin

20-01-2024
Sinan Tunçdemir
New York/Wêne: AA
New York/Wêne: AA
Nîşan Amerîka New York Barîna Berfê
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li Amerîkayê ev çend roj in berfê bandor li zêdetirî 100 mîlyon kesî kiriye.

Di encamê de heta niha herî kêm 55 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan kes jî bê elektrîk her wiha bi hezaran kes jî di rêyan de mane.

Li Amerîkayê ji ber berfê rewşa awarte hatiye ragihandin û rayedar ji xelkê dixwazin ku eger mecbûr nebin ji malên xwe dernekevin.

Zêdtirî 600 geştên esmanî betal bûn

Li aliyê din, ji ber berfê ji 600î zêdetir seferên balafiran jî hatine betalkirin.

Welatî Riley Tomas got, “Berf gelekî bedew e û dema ku em di nav bajêr digerin piştî demeke dirêj barana berfê pir kelacanî ye.

Lê divê hûn bala xwe jî bidin bahozê. Ango divê rê werin paqijkirin û bi ewle bin. Lewra dibe ku hûn bişemitin û bikevin.”

Welatî Bebhinn Hogan wiha anî ziman, “Ez dibînim gelek kes rêyên ku em peyatî digerin xwê dikin, ji ber vê ye ku ez heta niha neşemîtîme dema ku digerim.

Herwiha pêçkeyên (teker) otobusan hatine zîncîrkirin. Ez dikarim bêjim ku desthiladarên New Yorkê bergiriyên ewlehiyê girtine.”

Rûniştvanê New Yorkî Dylan Connolly diyar kir, “Ez wisa difikirim ku bajêr bi ewle ye. New York bajarekî mezin e dibe ku pirsgirêk hebin tiştekî normal e.”

Piştî 700 rojî li New Yorkê berf bariya

Li bajarê New Yorkê piştî 700 rojî ev cara yekem e ku berf dibarê lê li bajarê New Yorkê berf zêde erdê nagre.

Li aliyê din jî li eyalata, New Jersey, Main, Wisconsin, Oregon, Connecticutê berf nêzî 2 metreyan bariye.

Rayedar hewl didin ku rêyan vekin lê hişyarî jî didin dernekevin ser rêyan.

Berfê çend roj berê dest pê kiribû lê niha zêdetir bûye. Li gorî agahiyên desthilatdaran ev serma yek ji wan sermayên herî dijwar e.

Ji ber vî yê ku divê Amerîkî zêdetir bala xwe bidin ji bo ewlehiya xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst