Rûbar derbarê rêkeftina bi qaçaxciyên mirovan re kiriyê de ji rojnameya Brîtanî, Guardianê re wiha got: “Min navê Qibrisê ne bihîstîbû. Qaçaxciyan ji min re gotin ku ew dê bi pereyeke kêm min bigehêjin welatê endamê Yekîtiya Ewropayê, Qibrisê. Me ji bo çar kesan 2 hezar dolar dan qaçaxciyan.”
Rûbar û malbata xwe niha li dezgeha alîkariyê ya bo koçberan Navenda Alîkariyê ya Kasolikiyê dimînin.
Di sala 2018an de li gor rêjeya nifûsê, koçberan herî zêde bo mafê penaberiyê serlêdana Girava Qibrisê kirine. Nifûsa Qibrisê bixwe derdora milyonek kesan e, lê di sala 2018an de 6 hezar kesî bo mafê penaberiyê serlêdana wî welatî kiriye.
Li gor daneyên Wezareta Navxwe ya Qibrisê serlêdanên bo mafê penaberiyê di heyama 8 mehên destpêka îsal de li gorî heman mehên par bi rêjeya ji sedî 55 zêde bûye. Li hemberî serlêdanan Qibris, neçar bûye ku alîkariyê ji welatên Yekîtiya Ewropayê bixwaze.
Wezîrê Navxwe yê Qibrisê Konstantinos Petridis wiha got: “Niha Qibris tije bûye. Êdî her çend zêde pere bişînin jî ne hêsane em bikarîn barê penaberan hilgirin û rewşê kontrol bikin. Ev pirsgirêka Ewropayê ye û divê hemû alî bi hev re vê pirsa koçberan çareser bikin. Minak wek çareserî dibe ku penabere ser bi welatên Ewropayê de bêne dabeşkirin.”
Rûbar û Bestûn ligel du zarokên xwe di meha Tebaxê de gihîştin Qibrisê. Di destpêkê li bakurê Qibrisê dimînin, lê piştre derbasî başûrê Qibrisê dibin.
Li ser dîwarê saziya alîkariyê ya pêşwazîkirina koçberan nexşeyeke cîhanê heye. Piraniya koçberên xwe gihandine paytexta Komara Qibrisê bajarê Nicosiayê dema navê wî bajarî li ser nexşeya cîhanê dibînin matmayî dibin.
Berpirsa Navenda Alîkariyê Elizabeth Casenes jî got: “Piraniya kesên têne vê giravê matmayî dibin. Çimkî ew di wê baweriyê de ne ku gelek kêm rêya maye xwe bigihêjin Almanyayê.”
Jina Kurd jî dibêje ew gelek poşman bûye ku çûye wê giravê û wiha pê de çû: “Eger min bizana Qibris li vir e, ez qet nedihatim. Jixwe ev der li gorî Berlînê nêzîktirê Bexdayê ye.”
Penaberên li bajarê Nicosiayê dijîn li par, otomobîl û kon û xaniyên hêj nehatine temamkirin dimînin. Piraniya koçberan piştî ku navê xwe bo mafê penaberiyê tomar dikin, pêwîst e di navbera 72 seatan de cihê ku bikarbin lê birazin peyda bikin.
Penaberê Iraqî Yasîn Hûsên jî dibêje: “Ez ligel 4 zarokên xwe ev mehek e, li konekê dimînim. Konê me li parkê ye. Hersê rojên destpêkê em li navenda pêşwazîkirina koçberan man, lê piştre ji me xwestin ku em ji wê derê herin.”
Rikeberiya siyasî ya di navbera bakur û başûrê Qibrisê de rewşa koçberan dijwartir kiriye. Di navbera herdu rêveberiyan de hevhengiyek nîne. Ev yek jî bûye sedem ku koçber nikarin ji beşek Qibrisê biçin beşa din a wî welatî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse