Jan Dost Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî wergirt

19-11-2021
RÛDAW
Jan Dost
Jan Dost
Nîşan Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî Jan Dost
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romanivîsê kurd Jan Dost ji aliyê Enistîtûya Çanda Kurdî ya Viyênayê ve bi Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî, hate xelat kirin.

Li Vîyênna paytexta Awusturyayê, li ser kar û xebata wî ya bi dehan salan di warê xizmeta çand û zimanê kurdî de, Enistîtûya Çanda Kurdî ya Viyênayê, romanivîsê Kurd yê navdar Jan Dost, bi Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî, ya sala 2021ê xelat kir.

Jan Dost di merasîma wergirtina Xelata Enistîtûya Çanda Kurdî ya Vîyênna de gotarek pêşkêş kir û got, ku guhdana bi nirxê nivîskaran û pênûsa wan, asta pêşketina hişmendiya miletan nîşan dide, û ew vê xelatê diyarî xwndevanên Kurd dike.

Jan Dost wiha got “Ehmedê Xanî wê gazinê dikir digot `qedrê qelema me bizanibin` Ehemdê Xanî mal û milkên wê tinebûn, Mem û Zîna wî hebû. Gava mirov qedrê nivîskarekî xwe bizanibe, qedrê qelema wan bizanibe, dide xuyakirin ku çiqas asta wî miletê pêş dikeve. Ez bixwe vê xelatê diyarî xwendevanên Kurd dikim. Ew xwendewanên Kurd ên ku ewqas bi zor û zehmetiyê li zimanê xwe xwedî derdikevin, pirtûka Kurdî bidest dixin û dixweynin di van şert û mercên zehmet de hêjayî xelatê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst