Şaredarî biqehr wêneyê ALAN hilda û got: Tu vê dixwazî?

19-11-2015
RÛDAW
Nîşan Bill De Blasio Chris Chritie New York Alan Kurdî Koçber
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Şaredariya New Yorkê Bill De Blasio wêneyên Alan Kurdî yê 3 salî ku bi malbata xwe re di deryaya Spî de xeniqîbû, hilda û bang li parêzgarê New Jersey û namzedê Serokê Partiya Komarî Chris Chritie kir û got, tu vê dixwazî.

Parêzgarê New Jersey û namzedê Serokê Partiya Komarî Chris Chritie beriya niha ragihandibû ew dê koçberên Sûriyeyê wernegirin. Serokê Şaredariya New Yorkê Bill De Blasio jî li hemberî Chris Chritie bertekên xwe nîşanda.

Bill De Blasio, Parêzgarê New Jersey weke “bêrehm û xiyanetê li xewna Amerîkayê dike” tohmetbar kir û wêneyên Alan Kurdî yê ji Rojavayê Kurdistanê ku wêneyên xeniwandina wî li cîhan dengveda bû, hilda.

Bill De Blasio wêneyê Alan Kurdî di destê xwe de hejand û got: “Mirina vî zarokî bû mijara hemû rojnameyên cîhanê. Chris Chritie dibêje nerast e zarokên biçûk werin. Tişta dixwaze ev yek were serê mirovan? Em li bajarê New Yorkê tiştek wiha qebûl nakin.”

Blasio daxuyaniya Chritie weke fediyekê mezin ji bo Amerîkayê nirxandî û wiha pê de çû:

“Ev welat ji koçberan pêk hatiye. Her tim deriyê me ji koçberan re vekirî bû. Ez bawer dikim ku bapîrên Chritie jî weke koçber hatine vî welatî. Di vê rewşê de me deriyê xwe ji koçberan re bigirî ew dibe durûtî.”

Li Amerîkayê 50 eyalet hene û heya niha parêzgarên 27 eyaletan ragihandine ew koçberên sûrî li eyaletên xwe naxwazin.

 

Roja 2ê Îlonê Alan Kurdî yê 3 salî, birayê wî yê mezin Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî ku ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûn, dema ku dixwastin ji Tirkiyeyê ber bi Yûnanistanê ve herin û derbasî Ewropayê bibin, belema wan nuqî avê bû û di deryaya Spî de xeniqîn.

 

Piştre cenazeyên wan li qeraxa bajarê Bodrum a Tirkiyeyê hatin dîtin û bi taybet wêne û dîmenên cenazeyê Alan ê 3 salî li qerax avê cîhan hejand û dengvedanek pir mezin li seranserê cîhanê çê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst